JIN
Hemû Nûçe
-
Li girtiyên jin ên edlî êşkence hate kirin
Li gorî agahiyan, li girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê êşkence hatiye kirin. Hate ragihandin ku girtiyekê êdî nema karî xwe li êşkenceyê rabigire û hewl da întixar bike. -
Milîsên KBDH'ê li Amedê li polîs û notirvanan xistin
Milîsên KBDH'ê li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî polîs û notirvanan bi teqemeniyan çalakî kirin. -
Her du jinên ku hatibûn qetilkirin, hatin veşartin
Cemîle Deger û dayika xwe Kadriye Başçi ku duh bi şev ji aliyê Seyfettîn Deger ve li Mêrdînê hatibûn qetilkirin, hatin veşartin. -
PAJK: Em soz didin tola wan hilînin
Koordînasyona PAJK'ê têkildarê şehadeta girtiyan daxuyaniyek da û got: "Em soz didin gelê xwe û rêhevalên xwe yên li girtîgehê ku bi bilindkirina şerê xwe yê gel ê şoreşgerî li dijî dijminê ku tabûtan ji gelê me re rewa dibîne, tola wan hilînin.” -
Li Mêrdînê 2 jin hatin qetilkirin
Li navçeya Artûklûyê, mêrê bi navê Seyfettîn Deger hevjîna xwe û dayika wê qetil kir. -
Jinan gef û tacîzên polîsên Tirk eşkere kirin
Jin Bi Hevre Bi Hêzin şîdet û tacîzên polîsên Tirk yên li Enqerê li ser jinan pêk tînin şermezar kirin û gotin ku ewê îsyana li hemberî hemû mekanîzmayên dewleta zilam mezin bikin. -
Li Cizîrê jinek di êrişa çekdarî de birîndar bû
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrişeke çekdarî de jina bi navê Cehya Caglar birîndar bû. -
Li Frankfûrtê çalakiya ‘ji girtiyan re azadî’ hat lidarxistin
Jinên ku li Frankfûrtê hatin ba hev pêkanînên dermirovî yên dewleta Tirk li ser girtiyên nexweş birêve dibe şermezar kirin û di serî de girtiyê nexweş ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê kirin. -
Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
Li Geliyê Çirpi ya dikeve navbera navçeyên Serêkaniyê û Qoserê cenazeyê jinekê hat dîtin. -
Jinên HDK’yî: Dema beyana jinan neyê qebûlkirin mirin jî zêde dibin
Jinên HDK’yî: “Heke beyana jinan bihata qebûlkirin ne Garîbe Gezer, ne Fatma Demîrel û ne jî xwişkên me yên din jiyana xwe ji dest nedana.” -
KBDH: Kujerê Garîbe Gezer dewlet e!
KBDH’ê diyar kir ku kujerê Garîbe Gezer dewlet e û banga derketina kolanan û xweparastinê kir. -
Li Şirnex û Rihayê 2 jin hatin qetilkirin
Li navçeya Halîliye ya Rihayê û li taxa Bahçelîevler a Şirnexê 2 jin hatin qetilkirin. -
Xwarinên herêmî jê re bûne çavkaniya debarê
Di demekê de ku krîza aboriyê giran bûye, Besna Balikesîr a ji Colemêrgê xwarina ku li malê çêdike difiroşe û debara xwe pê dike. -
Li dijî komkujiya jinê li Swîsreyê xwepêşandan hate lidarxistin
Li Zurîchê zêdeyî hezar jin daketin qadan û ji bo balê bikişînin ser sûcên tundiyê yên li dijî jinê û naskirina pênaseya qirkirina jinê çalakî kirin. -
Kongreya Star: Li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û tecawiz heye
Kordînasyona Kongreya Star a Rojava bal kişan li ser cînayeta Garîbe Gezerê û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê, îşkence û tecawiz heye. -
Li Qoserê jinek hate kuştin
Li Qoserê jina bi navê Cahîda Can a dayika 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe Sabrî Can ve hate kuştin. -
Ji bo Gezer û Tûglûk jin li qadan bûn
Platforma Em Bi Hevre Bihêzin a Jinan tevî hemû dorpêç û astengiyên polîsan li Kadikoyê ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F ya Jinan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû û siyasetmedar Aaysel Tûglûk a rewşa tendirustiya wê giran çalakî kir. -
Jin li Wanê ji bo Garîbe Gezer li hev civiyan
Baroya Wanê û Komeleya Jinê ya Star bal kişandin ser mirina bi guman a Garîbe Gezer û got, "Dozgeriyê têkildarî êşkence û destavêtinê tiştek nekir. Bû hevparê vî sûcî." -
TAJÊ: Berxwedana dîlên azadiyê ji bo me çavkaniya hêz û hêviyê ye
TAJÊ bi nameyekê bersiv da nameya girtiyên têkoşîna azadiyê yên li zindanên Tirkiyeyê û got, "Berxwedana her hevalekî li zindanê ji bo me û ji bo tevahiya azadîxwazan dibe çavkaniya hêz û hêviyê." -
Yekane jin a ku li Rûbarokê mêşên hingiv xwedî dike
Hacer Es ku li herêma Rûbarokê ya Şemzînanê karê mêşên hingiv dike, wiha axivî: "Ez li cihekî zehmet vî karî dikim, lê kêfa min jê re tê. Ji ber ku di karê xwe de serketî me, gelek hevalên min dibêjin ku ew jî dixwazin vî karî bikin." -
Girtiya bi navê Garîbe Gezer a ku êşkence lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
Girtiya bi navê Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1’ê ya Tîpa F'yê de bû, jiyana xwe ji dest da. Rêvebiriya girtîgehê îddia kir ku Gezer xwe kuştiye. -
TJA: Berxwedana me wê mezin bibe, em ê dest ji jiyana xwe bernedin
TJA'yê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin û got, "Em ê berxwedana xwe mezin bikin û ti carî dest ji jiyana xwe bernedin." -
Hevpeymaniya Jinan ya Herêma Kurdistanê hat damezrandin
Li Hewlêrê bi armanca hevparkirina hêza jinan ya li her çar perçeyên Kurdistanê Hevpeymaniya Jinan ya Herêma Kurdistanê ku ji gelek nûner û rêxistinên jinan ên herêma Kurdistanê pêkhatiye hat ragihandin. -
Mêran li 3 bajaran jin kuştin
Li Amed, Kayserî û Edeneyê mêran jin kuştin. -
TJK-F û CDK-F: Heta ku rastî neyê zelalkirin wê Fransa sûcdar be
TJK-F û CDK-F’ê bal kişandin ser qetlîama Parîsê û got “Heta ku rastî di tariyê de bimîne wê Fransa jî sûcdar be” û banga tevlêbûna meş û çalakiyan kir.