Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
Li Geliyê Çirpi ya dikeve navbera navçeyên Serêkaniyê û Qoserê cenazeyê jinekê hat dîtin.
Li Geliyê Çirpi ya dikeve navbera navçeyên Serêkaniyê û Qoserê cenazeyê jinekê hat dîtin.
Şiwanan li Geliyê Çirpi ya sînorên navçeyên Serêkaniyê ya Rihayê û Qoser a Mêrdînê ji hev vediqetîne cenazeyê jinekê dibînin û bûyer ji rayedaran re vegotin.
Ekîbên tendirûstiyê yên hatin cihê bûyerê, di encama lêkolîna kirinî de diyar kirin ku wê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeya jina ku nasnameya wê nehate tespîtkirin ji bo karûbarên otopsiyê cenaze rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê.
Ji bo diyarkirina nasnameya jina ku ti nasnameyek pêre nebû û sedemê mirina wê lêpirsîn hat destpêkirin.