Milîsên KBDH'ê li Amedê li polîs û notirvanan xistin

Milîsên KBDH'ê li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî polîs û notirvanan bi teqemeniyan çalakî kirin.

Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "18'ê Kanûna 2021'ê bi şev saet di 23:30'î de li taxa Saraykapi ya navçeya Sûrê ya Amedê li dijî du notirvan û polîsekî ku ji bo kontrolê digeriyan bi teqemeniyan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de polîs gêj bûn û hewldan xwe rizgar bikin. Hêzên me jî bi rengekî serketî çalakî kirin û ji qadê derketin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî di şexsê Garîbe Gezer de ji bo hesabpirsîna ji Komkujiya 19'ê Kanûnê hatiye kirin û wê çalakiyên xwe mezintir bikin.