TJK-F û CDK-F: Heta ku rastî neyê zelalkirin wê Fransa sûcdar be

TJK-F û CDK-F’ê bal kişandin ser qetlîama Parîsê û got “Heta ku rastî di tariyê de bimîne wê Fransa jî sûcdar be” û banga tevlêbûna meş û çalakiyan kir.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) derbarê qetlîama Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) bi hovane hatibûn kuştin. Ligel ku 9 sal ji ser vê qetlîamê derbas bûye, hê jî edalet pêk nehatiye.

Piştî 9’ê Çileyê di lêpirsîna pêşîn de derketibû holê ku qetlîam ji aliyê MÎT’a Tirk hatibû kirin. Ligel van tiştan jî saziyên darizandinê yên Fransayê hinceta ‘kujer mir, doz hate girtin’ derxistibû pêş û dosyeya dozê girtibû. Piştî vê biryarê HPG’ê bi navê Operasyona Şoreşger a Sakîne Cansiz 2 endamên MÎT’ê girtibû û van endamên MÎT’ê li xwe mikur hatibûn ku haya serokwezîr û Erdogan ji vê operasyonê hene û bi pesendkirina wan ev qetlîam hatiye kirin. Pê re jî li Belçîkayê li hemberî siyasetmedarên Kurd planên sûîkastê derketibûn holê û saziyên darizandinê yên Belçîkayê li ser vî tiştî doz vekiribû. Di vê dozê de derketibû holê ku Serkonsolosê wê demê yê Parîsê Îsmaîl Hakki Mûsa jî di nav de hinek kesên din jî di organîzeya vê qetlîamê de hene. Piştî van geşedanan ji ber serlêdana parêzerên malbatan sê sal in lêpirsîn hatiye destpêkirin û serwîsa îstîxbaratê ya Fransayê bi hinceta ku agahiyên di destê wan de ye ‘raza dewletê ye’ naxwaza bide dadgerê ku lêpirsînê dide domandin.

FRANSA RASTIYAN ASTENG DIKE

Ev redkirin dibe sedem ku Fransa nahêle rastî derkeve holê û di warê pêşveçûna lêpirsînê de zexta siyasî diyar dike. Ev helwest di heman demê de sûcê terorê ya ku MÎT’a Tirk li Fransayê kiriye jî bêceza dihêle. Em diyar dikin ku eşkerenekirina raza dewletê ji bo rayedarên Fransayê tê wateya înkara giran a edaletê û em dibêjin heta ku edalet û rastî di tariyê de bimînin wê Fransa sûcdar be.

MEŞ Û MÎTÎNG

Ji roja pêşîn ve ji bo pêkanîna edaletê saziyên Kurdistanê li qadan in û wê îsal jî bi şîara ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e’ Parîs di serî de wê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn kuştin wê li qadan bin.

Ji bo pirsîna hesabê qetlîamê di 8’ê Çileyê de saet di 12.00’an de ji Gare Du Nord a ku qetlîam lê hatibû kirin heta Qada Rebûplîqûeyê wê meşek were lidarxistin. Kesên ku 9 sal in naxwazin lêgerîna edaletê ya gelê Kurd û malbatan bibînin em careke din bang li wan dikin.

-Erdogan fermana qetlîamê da, divê were darizandin!

-Hinceta ku raza dewletê ye divê di tariyê de neyê hiştin!

-Nabe ku berjewendiyên ekonomîk û siyasî li ser edaletê be û heta ku ev qetlîam neyê zelalkirin, hûn ê sûcdar bin.

Çalakiyên protestokirina qetlîama Parîsê û lêgerîna edaletê:

Di 5’ê Çileyê de saet di 11.00’an de wê ji Navenda Civaka Kurdana Demokratîk a Parîsê heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê wê bi navê Meşa Edalet û Heqîqetê were kirin.

Di 8’ê Çileyê de saet di 12.00’an de bi şîara ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne, Fransa sûcdar e’wê li Gare Du Nord Repûblîqûeyê meş were lidarxistin û mîtîngek were lidarxistin.

Di 9’ê Çileyê de saet di 12.30’an de li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Rue Lafayette ya ku qetlîam lê hatibû kirin, wê çalakiya bîranînê were lidarxistin.

Di şexsê Sara, Rojîn û Ronahî de yên ku sê şoreşgerên jin ên Kurd in, li hemberî êrişên li ser daxwaza gelê Kurd a aştî, demokrasî û azadiyê em ê careke din daxwaza xwe ya edaletê di salvegera qetlîamê de di 9’ê Çileyê de bînin ziman. Em bang li hemû Kurdistanî, raya giştî ya demokrat û şoreşger û dostên xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin û hesap bipirsin.”