Li Cizîrê jinek di êrişa çekdarî de birîndar bû

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrişeke çekdarî de jina bi navê Cehya Caglar birîndar bû.

Duh êvarî li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jina bi navê Fehîme Mangir û hevjînê xwe Fethî Mangir bi hev ketin. Li ser vê Fehîme Mangir derbasî mala birayê xwe bû. Pişt re hevjînê wê Fethî Mangir jî çû mala bûrayê xwe û êrişa çekdarî pêk anî. Di êrişê de jinbira Mangir, Cehya Çaglar birîndar bû. Çaglar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hevjînê Çaglar jî ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku faîl Fethî Malgir jî ji cihê bûyerê reviya.