Ji bo Gezer û Tûglûk jin li qadan bûn

Platforma Em Bi Hevre Bihêzin a Jinan tevî hemû dorpêç û astengiyên polîsan li Kadikoyê ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F ya Jinan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû û siyasetmedar Aaysel Tûglûk a rewşa tendirustiya wê giran çalakî kir.

Polîsan destûr neda Platforma Em Bi Hevre Bihêzin a Jinan ku dixwest li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê ji bo Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi êşkence û êrişa zayendî re rû bi rû mabû û di hucreya takekesî ya lê dihat ragirtin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, her wiha ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku rewşa wê ya tendirustiyê her ku diçe girantir dibe daxuyanî bide.

Beriya çalakiyê polîsan dor li Operaya Sureyya girtin û bi nîşandayina qedexeya Qeyimeqamê Kadikoyê hewlda jinên ku dihatin ji qadê dûr bixînin.

Bi ruxmê hemû astengiyan jinan dest bi meşê kirin, lê pêşiya wan ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Jinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bila Aysel Tûglûk serbest bê berdan”, “Girtîgeh hilweşin ji girtiyan re azadî” û “Wê dewleta kujer hesabê bide” bertek nîşanî vê astengkirina kêyfî dan û qad neterikandin.