Mêran li 3 bajaran jin kuştin
Li Amed, Kayserî û Edeneyê mêran jin kuştin.
Li Amed, Kayserî û Edeneyê mêran jin kuştin.
AMED
Li semta Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê, zilamê bi navê Mahmût Bozkûrt (40), bi kêrê êrişî hevjîna xwe Sabîka B. (39), keça xwe ya 15 salî E.B. û kurê xwe yê 18 salî M.S.B. kir. Di encama êrişê de kurê Bozkûrt M.S.B. ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û hevjîn û keça wî jî birîndar bûn.
Li gorî angaştê, niştecihên apartamê piştî ku duh êvarê dengê nîqaşa di navbera malbata Bozkûrt de bihîstine agahî dane polisan lê polis nehatine cihê bûyerê. Piştî nîqaşa ku heta saetên serê sibehê berdewam kiriye Mahmût Bozkûrt hewl daye malbata xwe bikuje. Li ser bilindbûna deng cîranên wan careke din agahî didine polisan û tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê ku hatin malê tespît kirin ku M.S.B. jiyana xwe ji dest daye û dayik Sabîke B. û keça wê E.B. bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Kujer jî ji aliyê polisên ku hatin cihê bûyerê ve hat destgîrkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku 2 zarok jî reviyane û ji kuştinê xelas bûne.
Niştecihên avahiyê polisan ji bûyerê berpirsyar girtin. Gelek niştecihên avahiyê dibêjin ku gazî polisan kirine lê nehatine.
KAYSERÎ
Li navçeya Kocasînan a Qeyseriyê Îsmaîl Çakir (60), Zehra Çakir (39) a di asta hevberdanê de bû bi çekê qetil kir. Kujer piştre xwe jî birîndar kir. Piştî ku cîranan dengê çekê bihîstin û agahî dan, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê li malê tespît kirin ku Zehra Çakir jiyana xwe ji dest daye. Îsmaîl Çakir ê birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyes a Qeyseriyê. Cenazeyê Zehra Çakir jî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê.
EDENE
Li Taxa Aglibogaz a Kozana Edeneyê jî Osman Hoşça (76) hevjîna xwe Fatma Hoşça (55) kuşt û piştre jî xwe kuşt.
Tîmên tendirustiyê diyar kirin ku her Osman û Fatma Hoşça mirine.