Xwarinên herêmî jê re bûne çavkaniya debarê

Di demekê de ku krîza aboriyê giran bûye, Besna Balikesîr a ji Colemêrgê xwarina ku li malê çêdike difiroşe û debara xwe pê dike.

Colemêrg ji aliyê cografîk ve malovanî ji gelek çandan re kiriye. Ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê çanda xwarinê ve jî gelekî dewlemend e. Kutilsi, Tirşika Çeliya, Qiris, Hekerun, Sengeser, Çorti, Doleme, Gulul, Kepaye, Keledoş çend ji xwarinên naskirî yên vê herêmê ne.

Yek ji jinên Colemêrgî ku bi çanda Colemêrgê mezin bûye û xwarina ku ji malbata xwe hîn bûye bi kedeke mezin çêdike Besna Balikesîr e. Besna Balikesîr 2 sal in bi xwarina ku li malê çêdike debara malbata xwe dike.

Besna Balikesîr anî ziman ku herî zêde Koftet Çeliya balê dikişîne û diyar kir ku ew dixwaze xwedî li çanda xwarinê ya Colemêrgê û Çelê derkeve.

XWEDÎ ÇANDEKE DEWLEMEND A XWARINÊ YE

Besna Balikesîr ragihand ku herêma Colemêrgê xwedî çandeke dewlemend a xwarinê ye û wiha dewam kir, "Xwarina Colemêrgê bi jimartinê naqede. Hemû jî dikarin bêne çêkirin. Ez tenê çend ji wan çêdikim û difiroşim. Ji bo jineke zewicî û xwedî zarok, wext û ked divê. Ez dixwazim Koftet Çeliya bikim markayekê li Colemêrgê. Eger derfetên min çêbibin dixwazim dema bê vê bikim menuyeke hîn berfireh û pêşkêşî her kesî bikim."

Besna Balikesîr diyar kir ku mirov bêhtir xwarinên li malê têne çêkirin dixwin û got, "Ji ber krîza aboriyê û şewbê li gelek deveran derfet kêm bûne. Ji ber vê yekê jî bêhtir xwarinên li malê têne çêkirin dixwazin. Bi vê hewldana xwe ez karê gelek jinên ku dixebitin hêsan dikim. Jinên ku dixebitin ji ber ku zêde wextê xwe nîne, bi giranî xwarinên malê tercîh dikin."

JIN BIXWAZE DIKARE BIKE

Besna Balikesîr ragihand ku bi rêya xwarina çêdike tevkariyê li budçeya malê dike û got, "Beriya her tiştî van pirsgirêkên aboriyê bandor li me hemûyan kir. Lê baweriya bi xwe zêde bû. Ez jî bi xwarina xwe tevkariyê li hilberînê dikim. Dixwazim barê hevserê xwe sivik bikim. Xwarinên ku çêdikim li gorî daxwazê hem dişînim ji malan re hem jî ji saziyan re. Di mijara karkirinê de dixwazim bang li jinan bikim; jin bixwaze dikare bike, tenê bila ji xwe bawer bike û tevlî hilberînê bibin. Ji roja ku min dest bi kar kir û vir ve bûm mînak ji gelek jinan re. Jin hîn bêhtir hilberîner bûne."