Jinan gef û tacîzên polîsên Tirk eşkere kirin

Jin Bi Hevre Bi Hêzin şîdet û tacîzên polîsên Tirk yên li Enqerê li ser jinan pêk tînin şermezar kirin û gotin ku ewê îsyana li hemberî hemû mekanîzmayên dewleta zilam mezin bikin.

Jin Bi Hevre Bi Hêzin ya Îzmîrê li dijî şîdet, gef û tacîzên polîs û nobedaran a li hemberî jinan ya li Enqerê daxuyaniyek dan çapemniyê.

Di salona civînê ya avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê de pankarta “Li dijî şîdeta zilam-dewlet-polîs têkoşîna me nikare bê astengkirin” hat vekirin.

Bûşra Yilbaşi daxuyanî da û bal kişand ku di pêvajoya dawî de bi taybetî li hemberî jinên ku li Enqerê têkoşîna femînîstî birêve dibin tacîzeke zêde ya polîsan heye.

Yeşîlbaş got, “Dema jin diçin malên xwe rê li wan tê birîn, polîs li ber kargehên tê de dixebitin tê bi cih kirin, polîs bi gefxwarinê tên qadên ku lê kom dibin û li bendê dimînin ku jin derkevin. Li her çalakî, komxebat û hevdîtina hevalên me yên ku li Enqereyê têkoşîna femînîstî birêve dibin, li qada ku lê ne, polîs tên û hewl didin jinan krîmînalîze bikin û tacîz bikin. Şêweyên herî çors ên zilamtiyê yên pergala serdest a mêr dixin devrê. Jin di bin zexta polîsan de neçar dimînin di nava malbatê de bikevin girtîgehê û li hemberî şîdetê bêdeng bimînin. Herî dawî 3 hevalên me yên ku 2 hefte berê li Enqereyê çalakiya protestoyî li dar xistibûn ji aliyê hêzên ewlekariya taybet û polîsan ve hatin astengkirin, bi hincetên keyfî hatin destgîrkirin û piştre jî malbat û cihê kar hatin girtin û gef li wan hat xwarin."

'EMNIYET BI EŞKEREYÎ SÛCAN DIKE'

Yeşîlbaş di dewama gotinên xwe de da zanîn ku polîsên Enqereyê bi awayekî eşkere sûc kiriye û got, “Em bi vê wesîleyê radigihînin û îlan dikin ku ji niha û pêve ji her şîdet û pirsgirêkeke ku bi serê hevalên me de bê, Midûriyeta Polîsan a Enqereyê berpirsyar e. Bi polîtîkayên şîdetê yên bi awayekî sîstematîk tên kirin tu carî nikarin me bitirsînin, berevajî vê hêrsa me zêde dike, îradeya me xurtir dike û serhildana me mezin dike. Em li vir dubare dikin ku em ê li hemberî van bêhiqûqiyên ku belavî hemû mekanîzmayên dewleta mêr dibin bêdeng nemînin. Em ê serlêdanên hiqûqî yên li dijî sûcên dewletê yên li Enqereyê pêk tîne, bi piştgiriya hevgirtina jinan û serhildana femînîst bidomînin."