KBDH: Kujerê Garîbe Gezer dewlet e!

KBDH’ê diyar kir ku kujerê Garîbe Gezer dewlet e û banga derketina kolanan û xweparastinê kir.

KBDH’ê derbarê Garîbe Gezer daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Girtiya welatparêz Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê li hemberî êşkenceyên fizîkî, psîkolojîk û zayendî li ber xwe dida, di 9’ê Kanûnê de şehîd ket. 

Şehadet çi bi xwekuştinê û çi jî bi destê peywirdarên faşîst be jî encama wê naguhere. Li hemberî Garîbe Gezer lêgerîna bi tazîtî, cezayê hucreyê, tacîz û tecawiz, êşkenceya fîzîkî hate kirin. Gezer çi yekser û çi jî ne yekser hatiye qetilkirin. Bi vê qetlîamê re rejîma faşîst a serwer peyameke gelekî zelal daye jinan û nasnameyên zayendî yên bindest. Li ser girtiyan polîtîkayên teslîmiyetê tên ferzkirin. Lê berxwedana Garîbe Gezer bi me dide diyarkirin ku tu hukmê van êrişan tune. Me berdêl da û em ê berdêlê jî bidin.

Dîktatorê faşîst Erdogan û Qesra Serokkomariyê, saziyên AKP û MHP’ê, Wezaretên Karê Derve û Edaletê, midûrên Girtîgeha Kandirayê, gardiyan û saziyên şoreşger ên ku dijminatiya jin û gelan dike, wê bibin hedefa şênber a têkoşîna me ya mafdar.

Em êrişên faşîst ên li ser girtiyan bi çalakiyên xweparastinê yên jinan bişkînin. Bi tevgera girseyîya jinan, bi xweparastina jinan, bi çalakiyên milîsan, em  şerê li dijî  faşîzm û serweriya mêran geş bikin. Divê em dakevin qadan û hesap bipirsin.”