Nameya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya bi sernavê 'Ji bo dildarên rojê û girtiyên azadiyê' wiha ye:
"Ji qada Şengalê, ji wargeha pîroz heya zindanên bakur em silavên germ dişînin û we ji dil û can hembêz dikin. Bi rastî jî gava me nameyên we girtin em pir pê bandor bûn û heman demê em gelek kêfxweş bûn. Ew ROJ a biriqandî ya ku me gîhandiye hevdû em ji wî re silav û hezkirinên bê dawî pêşkeş dikin. Ji ber em baş dizanin ku tiştê me dighîne hev û me bi hevre girê dide ROJ bi xwe ye. Gava em lê dinêrin em her yek li cihekî ne, lê îroj di cenga azadî de ROJ me gihandiye hevdû. Di vê watê de ji xwişk û birayê ji dê u bav wêdetir girêdanek di navbera me de ava bû. Em hevdû nebînin jî dil û rih di yek rastî de lê dide. Bê guman ew jî eşqa azadiyê ye. Ji xwe girêdana herî bi wate di eşqa azadiye de gihandina hevdû ye.
Hevalên hêja; me di vê erdnîgarî de gelek êş û azar dîte. Dijminê mirovahiyê, xêrnexwazên kirêt xwe her sepand li ser vê xaka pîroz. Bêguman yên ku qehra desthilatdariyê û êşên 74 fermana herî zêde kişand û hîs kir jin bi xwe ye. Di bin lepê qirkirinê de mexduriyeta herî mezin bi serê me ve hat. Ji ber ku me di rêka koçberiyê de şikestinek mezin jiyan kir. Av nebû em bidin zaroyan de, ji bo dengê zaroka neçe dijmin bi destê xwe me zarokên fetisand. Me bi çavê xwe sikrata zarokên xwe di ber mirinê de dîte. Em talan bûn, wêran bûn. Li ser me destdirêjayî çêbû û bedenê me di bazaran de hate firotin. Qîma me qiymeta me binpê bû. Gelo ji vê ya zêdetir ti êş heye di vê cîhanê de? Fermana ku hûn jî şahid bûn ji xwe gelek rastî da ber çavê mirovahiyê.
Tam di nava vê tofanê de me tîrêjên rojê dîtin. Weke mucîzeyek ji ezman daketin nava me. Gav avêtin li ser erdnîgariya pîroz, piştre jî ev ax ji dagirkerî û xiyanetê paqij kirin, pîroziya vê axê parastin. Bi vê yekê re ev erdnîgarî hîn bêhtir pîroz bû. Kesên pîroziya diparêzin ew bi xwe jî gelek pîrozin. Ji roja ketin nava me heya niha bi meşa xwe ya bi heybet, bi gotinên xwe yên dijwar, bi sekna xwe ya aqilmend û xweşik, ji bo rastiyê biparêzin serê xwe xistina bin çengê xwe, her bala me kişand û ev rastî heyrantiyek pir mezin di me de ava kir. Ji wê demê şûnde keç u xortên me yên rast û esîl ew bûn û em wan di vê hişmendî de di nava dilê xwe de dihewînin. Bi taybetî ew kesên bûn stêrk û firiyan ezmanan gelek fikara ji bo me çêkir. Me go ev çi mirovin ku bê ku çavê xwe bineqînin ji nişka ve, bi awayek bê hesap xwe feda dikin? Di vî esasî de Şengal şahidê gelek lehengan bû. Me li pêşiya xwe, di kêleka xwe de Egîd, Dilşêr, Berxwedan, Mam Zekî, Mam Beşîr, Zerdeşt dît. Dîsa ew jinên leheng û pakrewan weke Bêrîvan, Nazê, Arîn, Rûsyar, Nujîn, Hêlîn, Gulçîn, Şîlan Goyî li ser vê xakê dît.
Bi saya rastiya wan stêrkan û meşvanên azadiyê Şengal kete nava guhertin û veguhertinên mezin. Ew kesana ji bo me hemûyan bune çavkaniya hêz, hêvî û baweriyê. Ew rih, vîn û hêz da me ku em jî, ji bo rastiya, ji bo heqeniyetê têbikoşin. Di rastiya wan de me çanda berxwedanê nas kir. Bi vî rengî em ketin ferqa hebûna xwe. Carek dinê da ber çavên me ku em weke jin di nava civaka xwe de pîroz bin. Em vegerin çanda Xatûna Ferxan, Sitiya Nîsran û Zarîfa Osê. Û em vegerin çanda resen. Ew keçên çeleng me bi şoreşa jin ve dane naskirin. Û ji bo em bibin perçeyek ji vê şoreşê hêz, azwerî, hêvî bi me dane qezençkirin. Li ser vî hîmê birûmet îroj em bi biryara xwe dimeşin, hedef û armanca xwe pêk tînin û encam digrin. Me di rastiya têkoşîna xwe de ferq kir ku jinek dibe perçeyek ji rojê ka çîqasî dîjware û çîqasî dikare bibe hêza çareseriyê. Bi kurtasî bi şewqa roja me û sitêrkên me tova jiyanê li vî erdê ziwa hate çandin. Îroj bi hewldanên xwe çalakiyên xwe û ya herî girîng bi eşqa azadiyê em vê tovê av didin. Êdî em ne jinên berê ne. Ew jinên belengaz, situxwar, mexdûr, nezan û her dem bendewarê hineka ye ku wê biparêzinin, em ne ew in… Çavê me bi ronahiya rojê vebû. Me bi carekê vê rastiya koletî, dagirkerî binpê kir. Ji niha û pê ve jî kes nikare hêza jina serbixwe bin pê bike. Ji bo wê em bextewarin. Êdî tecrûbeya me ya azadiyê çêbû. Ji xwe gava mirov hênaseyek azad kişand şûnde mirov nikare di hewa koletî de bijî. Koletî ji bo me mirine. Me ev rastiyê di nava xezeb û tofanên fermanan de ceriband. Êdî ji niha û pê ve çiqasî êrişên dagirkerî bi ser me de were jî, çiqas êş bikşînin jî em ji dev têkoşîna xwe bernadin. Û kes nikare me bi fermanan tehdît bike. Bila di vê mijarê de dilê we şad be.
Hevalên hêja; cihekî we yê pir mezin di dil û mejiyê me de heye. Bi rastî jî gava tê gotin heval di zindanê de ne em pir pê xemgînî dibin. Lê em vê rastiyê jî dizanin ku di vê pergala desthilatdar de hemû der weke zindanekê lê hatiye. Dibe ku hûn û roja me dîlên azadiyê bin, lê belê ya girîng rihê we, daxwaza we azad e. Lewma berxwedana ku hûn di nav de ne, pîroz û bi rûmet e. Di heman demê de berxwedana her hevalekî li zindanê jî ji bo me û ji bo tevajiya azadîxwazan dibe çavkaniya hêz û hêviyê. Ji ber hûn di destê dijmin de bin jî her kêlî de hûn li beranberî wan şer dikin. Lewra ji dijminê xwe meydan xwendin çiye em ji Mazlûm’an û ji Sara’yan fêr bûne. Îroj egr em radibin ser piya û eger em mafê xwe daxwaz dikin yek ji çavkaniya vê hêzê sekna hevalên li zindanê ye. Bi qasî ku hûn dîlên azadiyê ne, di heman demê de hûn têkoşerên rûmetê û dildarên rizgariyê ne. Hûn parçeyek ji rojê û tîrêjên rojê ne. Lewma em hîma berxwedaniyê û çanda serî netewandinê ji we digrin. Hûn dîlên azadiyê di bilindiya têkoşîna xwe de her dem di nava hişê xwe û dilê xwe de diparêzin. Li ser van rastiyan ew ê soz û dilsoziya me ji bo ROJA azad û stêrkên hêviyê re bibe jiyana bi rûmet, bi wate û giştî jiyana azad ava kirin be. Carek dinê em we hemû dildarên azadiyê di germahiya têkoşîna xwe de hembêz dikin. Bi hêviyên rojên azad de em hemû hevdu bibînin. Li ser vê esasî silav û heskirinê xwe yên bê dawî peşkeş dikin."