Kongreya Star: Li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û tecawiz heye
Kordînasyona Kongreya Star a Rojava bal kişan li ser cînayeta Garîbe Gezerê û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê, îşkence û tecawiz heye.
Kordînasyona Kongreya Star a Rojava bal kişan li ser cînayeta Garîbe Gezerê û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê, îşkence û tecawiz heye.
Kordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê bi awayekî sîstematîk hat îşkencekirin û tecawizî wê hat kirin, daxuyaniyek nivîskî da.
‘BILA BÛYERA GEZERÊ BÊ RONÎ KIRIN‘
Di daxuyaniyê de Kordînasyona Kongreya Star a Rojava, îdiayên dewleta Tirk ên derbarê xwekuştina girtiya Kurd de ret kir û got: “Divê dewleta Tirk derbarê mirîna Garîbe Gezerê de agahiyên berfireh bide û vê bûyerê aşkera bike. Eger ku ev bûyer neyê rûnîkirin wê guman ji hişê tu kes derneke. Ev hemû binpêkirina mafê mirovan nîşan dide. Li girtîgehên Tirkiyeyê de her roj tundî, îşkence û tecawiz zêde dibe. Girtiya bi navê Garîbe Gezer bi rêya telefonê ji xwişka xwe re ragihandî bû, ew rastî bûyerên weke lêgerîna tazî, tundî û tecawiz hatiye û ew nehatiye tedawîkirin.“
‘LI GIRTIYAN ÎŞKENCE TÊ KIRIN‘
Di berdewama daxuyaniya xwe de Kordînasyona Kongreya Star a Rojava, tundî û îşkenceya sîstematîk şermezar kir û got, desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber çavê Rêxistinên Mafê Mirovan li girtiyan îşkence dike.
Herî dawî Kordînasyona Kongreya Star a Rojava bang li rêxistinên sivîl, cemaweriya navneteweyî û Rêxistinên Mafê Mirovan kirin ku zextê li ser dewleta Tirk bikin.