PAJK: Em soz didin tola wan hilînin

Koordînasyona PAJK'ê têkildarê şehadeta girtiyan daxuyaniyek da û got: "Em soz didin gelê xwe û rêhevalên xwe yên li girtîgehê ku bi bilindkirina şerê xwe yê gel ê şoreşgerî li dijî dijminê ku tabûtan ji gelê me re rewa dibîne, tola wan hilînin.”

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê bal kişande ser şehadeta hevalên wan ên li girtîgehê û ragihand, “Em bi rêzdarî li ber bîranîna hevrêyên me Halîl Guneş û Salîh Tûgrûl ên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane û hevrêya me Garîbe Gezer a ku bû mexdûrê cînayeta dewletê, bejna xwe ditewînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin gelê xwe û rêhevalên xwe yên li girtîgehê ku bi bilindkirina şerê xwe yê gel ê şoreşgerî li dijî dijminê ku tabûtan ji gelê me re rewa dibîne, tola wan hilînin.”

Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Berpirsyarê mirinan rejîma faşîst a AKP'ê û DYE, Îngilîstan û welatên YE'yê ne ku pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tên.” Daxuyanî wiha didome:

“Polîtîkayên înkar, îmha û şer ên li beramber pirsgirêka Kurd tên rêvebirin dibe sedem ku Kurd her roj bimirin û girtîgeh tije bibin. Pirsgirêka Kurd ev du sed sal in bêçareserî hatiye hiştin û heta îro hatiye. Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, heta ku rejima Tirk demokratîze nebe, her kesê ku ji bo çareseriya pirsgirêkê têdikoşe, wek berê rastî şîdeta dewletê û AKP’a ku nûnertiya dewletê dike tê. Rastiya girtîgehan rastiya dîrokî ya siyasî ya Komara Tirk a neteweperest, nîjadperest, zayendperest û faşîst a Tirk e ku li ser xeta Îttîhad û Terakkî ava bûye. Girtîgehên dewleta Tirk bi hezaran zêdetir girtiyên siyasî dagirtî ne û yên nû lê zêde dibin. Girtîgehên ku bûne malên mirinê, asta rastiya Tirkiyê ya gihîştiye nîşan dide. Em ê fêrî vê wêneya tirsnak a ku mirinan normalîze dike, nebin.

Girtiyên siyasî yên ku nahêlin ti sazî û dezgehên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê û têkiliyên wan ên bi derve re bi temamî qut dibin û bi salan di nava şert û mercên giran û nebaş de di nav îzolasyon û tecrîdê de tên ragirtin, ji aliyê fizîkî ve bi rizînê re rû bi rû dihêlin û terkî mirinê tên kirin. Weke ya rêhevala me Garîbe Gezer jiyankirî, xemla xekujiyê didinê û di girtîgehê de bi awayekî eşkere cînayet tên kirin. Bi desteserkirina her cûre mafên wan, bi êşkenceyê re rû bi rû hiştin, bi sepandina pêkanînên dijmirovî û ragirtina wan di şert û mercên ku dibin sedema zêdebûna nexweşiyan tê wateya ku wana bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Şehadeta Gezer, Guneş û Tûgrûl ji bo wijdanê mirovahiyê banga ketina nav liv û tevgerê ye. Demeke wisa ye ku divê hemû gelê me, raya giştî ya demokratîk, hemû sazî û rêxistinên pêwendîdar rabin ser piyan da ku ji girtîgehên rejîma faşîst a zordar nûçeyên mirineke din ê nû neyên girtin. Ev cînayetên eşkere ku li welatekî din dibe sedema hilweşîna desthilatdariyê, wêneyê tirsê ne. Em ê destûrê nedin normalîzekirina mirinan, em ê fêrî wê nebin. Şehadeta rêhevalên me yên şoreşger ên girtî yên di zindanê de ku ji bo azadiyê her cûre fedekarî kirin, wê bibe hilweşîna rejîma AKP’ê.

Siyaseta qirkirinê ya rejîma faşîst a AKP’ê ku bi gotina pirsgirêka Kurd tuneye, weke “terorê” pênase dike û polîtîkaya înkarê ya DYE, Îngilîstan û welatên YE’yê ku wê weke pirsgirêka ewlekariyê weke endamê NATO’yê dibîne, dike û di siyaseta cîhanê de cih ji zêdetirê çil milyonî gelê Kurd re nade êdî bi dawî bûye. Têkoşîna me ya ji bo hesabpirsîna ji zalim û zordaran wê di bin her şert û mercî de bênavber bidome. Bilindkirin û berfirehkirina pêngava ku bi dirûşmeya 'Ji Rêber APO re azadî' tê pêşxistin erkeke bingehîn e. Bi hesabpirsîna ji faşîzma AKP’ê û bi têkoşîna ji bo xwedî derketina li rêhevalên xwe yên girtî, hemû nirx û rûmeta me teqez bi ser bikevin.”