Li Frankfûrtê çalakiya ‘ji girtiyan re azadî’ hat lidarxistin

Jinên ku li Frankfûrtê hatin ba hev pêkanînên dermirovî yên dewleta Tirk li ser girtiyên nexweş birêve dibe şermezar kirin û di serî de girtiyê nexweş ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê kirin.

Di çalakiya ku li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê hat lidarxistin de di şexsê siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk a pirsgirêkên giran ên tendirûstiyê pêre heyî û Garîbe Gezer a ku di girtîgehê de rastî êşkence û tecawizê hatibû û piştre bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dabû, pêkanînên dermirovî yên li ser girtiyên nexweş tên rêvebirin hatin şermezarkirin.

Jinên ku saet 17:00’an li Goethe Platzê hatin cem hev, bi xwendina belavokan û berzkirina dirûşmeyan bal kişandin li ser girîngiya piştewaniya bi girtiyên siyasî re û teşhîrkirina pêkanînên faşîst.

Di çalakiyê de ku çalakvanên Meclîsa Jinê ya Amara, Tevgera Jinan a Demokratîk a Ewropayê û Women Defend Rojava tevlê bibûn de wêneyên Aysel Tûglûk, Garîbe Gezer û siyasetmedarên jin ên HDP’yî hatin hilgirtin. Her wiha Halîl Guneş û Abdurazzak Şûyûr ên ku di van du rojên dawî de di girtîgehê de tevî şertên nexweşiya giran daxwazên berdana wan hatin redkirin, dermanên wan nehatin dayin û ji ber ku şansên wan ê başkirina şertên girtîgehê nebû jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bibîranîn.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.