Li girtiyên jin ên edlî êşkence hate kirin

Li gorî agahiyan, li girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê êşkence hatiye kirin. Hate ragihandin ku girtiyekê êdî nema karî xwe li êşkenceyê rabigire û hewl da întixar bike.

Li girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê, polîtîkaya zext û êşkenceyê ya dewltea Tirk dewam dike. Li gel zext û zordariya li girtiyên siyasî, hate ragihandin ku vê carê zext û êşkence li girtiyên edlî jî hatiye kirin.

Yek ji girtiyên jin ên edlî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê Esma Dagli ji ber zexta lê dihate kirin derman xwar û hewl da întixar bike. Dagli ku tevî zaroka xwe dimîne û ji ber nema karî xwe li êşkenceyê rabigire hewl da întixar bike, piştî ku gardiyan pê hesiyan li wê dan û dan verşandin.

Li gorî agahiyan jina bi navê Melîke Cangî jî xwedî nexweşiyên psîkolojîk e û rêveberiya girtîgehê timî wê bi rengekî tazîkirî li hucreya yek kesî dihêle.

Hate ragihandin ku derman û xwarinê nadin Melîke Cangî.