Jinên HDK’yî: Dema beyana jinan neyê qebûlkirin mirin jî zêde dibin

Jinên HDK’yî: “Heke beyana jinan bihata qebûlkirin ne Garîbe Gezer, ne Fatma Demîrel û ne jî xwişkên me yên din jiyana xwe ji dest nedana.”

Meclîsa Jinan a HDK’ê bi şîara ‘Beyana jinan ji bo esas e. Divê mêr karibe beyana berevajiya beyanê îspat bike’ kampanyayek da destpêkirin. Civîn li avahiya rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hate kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Îzmîrê Newroz Çelîk daxuyanî xwend.

Çelîk diyar kir ji be ku jin heqîqetê tînin ziman dibin hedefa mêr û dewletê û got “Tevgera Me-Too nîşanî me da ku ji bo jinan tekane mêrê ku mirov bibe kefîl û tekane qadeke ewle tune. Rêgeza ‘Beyana jinan esas e’ ya ku yek ji destkeftiya herî girîng a têkoşîna azadiya jinan e, ji bo em jin li malê,derve, kolanê, siyaset û hiqûqê wê pêk bînin em têdikoşin.  Ev rêgez pêşiya şîddetê digire û astengiyên li pêşiya mekanîzmayên edaletê radike. Ji ber vê jî ev têkoşîn divê li her qadê hebe. Heke beyana jinan bihata qebûlkirin ne Garîbe Gezer, ne Fatma Demîrel û ne jî xwişkên me yên din jiyana xwe ji dest nedana.”

Çelîk diyar kir ku wê bi kampanyayê re bi awayekî xurttir xwdî li rêgeza ‘Beyana jinan esas e’ derkevin û hevgirtina bi jinan re zêdetir bikin.