TJA: Berxwedana me wê mezin bibe, em ê dest ji jiyana xwe bernedin
TJA'yê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin û got, "Em ê berxwedana xwe mezin bikin û ti carî dest ji jiyana xwe bernedin."
TJA'yê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin û got, "Em ê berxwedana xwe mezin bikin û ti carî dest ji jiyana xwe bernedin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de işaret bi binpêkirina mafên jinan ên li bajarên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê ku nîşaneya zîhniyeta DAÎŞ'ê ye, bi polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê hewl dide di şexsê jinê de civakê qir bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şerê qirêj ê li Kurdistanê de di serî de bikaranîna çekên kîmyewî bi êrişên dagirkeriyê Kurdan ji xaka wan koçber dikin. Bi guhertina demografiya herêmê bi her awayî komkujiyan dike. Li vê xakê hîn jî sûcê li dijî mirovahiyê dewam dike."
TJA'yê diyar kir ku dewletê bi bidawîkirina hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re şer girantir kiriye û destnîşan kir ku bi vê pêvajoyê re tecrîda li Îmraliyê li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin.
Di daxuyaniyê de cezayê 30 salan ê girtîgehê yê li berdevka demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan û cezayê 22 salan ê girtîgehê yê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate birîn hate bibîrxistin û hate gotin, "Em ê ji bo mafên xwe yên bingehîn û azadiyê têkoşîna xwe mezin bikin, berxwedana xwe xurtir bikin û ti carî dest ji jiyana xwe bernedin. Têkoşîna me têkoşîna israra di mirovbûnê de ye. Weke TJA'yî li dijî zext û êrişan em ê piştevaniya jinê xurt bikin û bi perspektîfa têkoşînê ya 'bi hev re hîn bi xurtî' têkoşîna xwe dewam bikin."