Hevpeymaniya Jinan ya Herêma Kurdistanê hat damezrandin

Li Hewlêrê bi armanca hevparkirina hêza jinan ya li her çar perçeyên Kurdistanê Hevpeymaniya Jinan ya Herêma Kurdistanê ku ji gelek nûner û rêxistinên jinan ên herêma Kurdistanê pêkhatiye hat ragihandin.

Li bajarê Hewlêrê Rêxistina “Em ji bo Geşedana Mirovî Hene”, bi hevkariya Rêxistineke Norwêcî ya bi navê NPA û Encûmena Bilind ya Xaniman, Hevpeymaniya Jinan ya Başûrê Kurdistanê ragihandin.

Yek ji damêzrenera Hevpeymaniya Jinan Bahar Elî Qadir diyar kir, Hevpeymaniya Jinan ji jinên çar parêzgehên Herêma Kurdistanê pêktên û got: “Piraniya rêxistin û çalakvanên jinan di nava vê hevpeymaniyê de cih digirin. Armanca me ya sereke ya ji vê hevpeymaniyê jî ewe ku em hêza jinan bikin yek, yekdengiya jinan û rêxistinan li beramber her rewşekî rû bide çêbikine. Bi vê rêyê wê wekhevî û mafê jinan li Herêma Kurdistanê were mîsoger kirin.”

Her wiha Bahar diyar kir hevpeymanî ji bo başkirina rewşa jinan hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Me hevpeymaniyê hem ji bo başkirina rewşan jinan hem jî ji bo çavdêrîkirin û pêkanîna yasayên derbarê jin de avakiriye. Ango em dixwazin bizanin ka wê hikûmet di warê perwerde, xwendin, karkirin û gelek mijarên din de ji bo jinan çi bike?.”

Bahar banga bihêzkirina hevpeymaniyê li jinan kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em weke rêxistinên jinan, Encûmena Bilind ya Xaniman, aliyên nava hikûmetê de, Rêveberiya Têkoşîna Diji Şîdeta li ser jinan û aliyên peywendîdar, bihevre li dijî şîdeta li ser jinan kar bikin û hewl bidin şîdetê ji holê rakin.”