Li Mêrdînê 2 jin hatin qetilkirin
Li navçeya Artûklûyê, mêrê bi navê Seyfettîn Deger hevjîna xwe û dayika wê qetil kir.
Li navçeya Artûklûyê, mêrê bi navê Seyfettîn Deger hevjîna xwe û dayika wê qetil kir.
Li taxa Mensuriye ya Artûklû ya Mêrdinê, mêrê bi navê Seyfettîn Deger bi ser mala hevjîna xwe Cemîle Deger û dayika wê Kadriye Başçi de girt û ew bi çekê qetil kirin.
Cemîle Deger û dayik Kadriye Başçi li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku piştre Seyfettîn Deger bi heman çekê xwe kuştiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Deger ji ber ku tundî li ser hevjîna xwe pêk dianî, cezayê dûrxistinê girtîbû.