Her du jinên ku hatibûn qetilkirin, hatin veşartin

Cemîle Deger û dayika xwe Kadriye Başçi ku duh bi şev ji aliyê Seyfettîn Deger ve li Mêrdînê hatibûn qetilkirin, hatin veşartin.

Li taxa Misûriyê ya bi ser navçeya Artûklû ya Mêrdînê ve duh êvarê Seyfettîn Deger (29) ku bi hinceta tundiyê dike biryara dûrkirina ji hevjîna wî hatibû dayîn jî êrîşî hevjîna xwe Cemîle Deger û dayika wê Kadriye Başçi kir û ew qetil kirin. Seyfettîn Deger paşê jî bi heman çekê gule berda xwe û li nexweşxaneyê mir.

Cenazeyên her her du jinan ji aliyê xizmên wan ve hat wergirtin û li Goristana Misûriyê li kêleka hev veşartin. Pişt re ji bo her du jinan li taxê şîn hat dayîn.