YE’yê ji bo fînansekirina projeyên biçekbûnê yên hevpar erê kir

Welatên Yekîtiya Ewropayê, peymana ji bo hêsankirina kirîna çekan a hevpar a bi buhayê 150 mîlyar euroyî, erê kirin.

Yekîtiya Ewropayê, bernameya çekan a hevpar a bi navê "SAFE" ya bi qasî 150 mîlyar Euroyî ye, bi armanca xurtkirina pîşesaziya parastinê, erê kir. Armanca vê bernameyê ew e ku li qadên weke fuze, cebilxane, dron û sîstemên parastina hewayî fînansmaneke hevpar bê kirine.

Ev biryar bi awayekî teqez ji aliyê sefîrên 27 welatên YE’yê û piştre jî ji aliyê wezîrên Karên Ewropayê ve hate qebûlkirin.

Fransa jî destekê dide vê bernameyê. Tê payîn ku ji welatên ne endamên Yekîtiya Ewropayê jî yên mîna Norwêc û Ûkraynayê tevlî bibin. Her wiha, ji bo bi Brîtanyayê re jî hevkariyek mîna vê bê kirin hevdîtin didomin.

Armanca vê bernameyê kêmkirina kirîna çekan ji welatên derveyî Ewropayê ye û hilberîna nav Ewropayê zêde kirine. Her wiha di nava bernameyê de wê pêşî li kontrola teknolojiyên ji aliyê welatên sêyemîn ve tên bikaranîn jî bê girtin.

SAFE, parçeyekî stratejiya berfireh a 800 mîlyar Euroyî ye ku armanca wê jinûve biçekbûna Ewropayê ye.