Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ku li bajarê Strasbourg yê Fransayê li herêma saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û DMME lê ne tê lidarxistin, kete hefteya 676'an. Her hefte komeke cuda çalakiyê dewr digire û daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ape tê kirin.
Vê hefteyê, Vedat Kaplan, Erhan Noyan û Bulent Akyildirim ên ku ji bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin nobet dewr girt. Li ser navê komê Erhan Noyan axivî û diyar kir ku çalakî 13 sal in bi moral û biryardariyeke mezin tê lidarxistin û bi van gotinan bang li saziyên Ewropayê kir:
"Ev gel 13 sal in li Strasbourgê nobetê digirin. Divê Konseya Ewropayê, CPT û DMME êdî çareseriyê paşguh nekin. Rêber Apo pêvajoyek aştî û azadiyê daye destpêkirin. Divê Ewropa beşdarî vê pêvajoyê bibe, nexwe dibe ku encamên xirab derkevin holê. Ji ber vê yekê, divê demildest gav bê avêtin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ji bo vê yekê divê zextê li dewleta Tirkiyeyê bike."
Noyan anî ziman ku azadiya Rêber Apo ne tenê mafekî takekesî ye, di heman demê de azadiya gelê Kurd ê ku bi sedsalan e bindest e û wiha domand:
"Divê ji dewleta Tirk re bêjin, ew gelê ku we ewqas zilm li wan kiriye hîn jî aştiyê dixwaze, êdî bes e. Divê hûn di dawiyê de mafên xwezayî yên ku we desteser kirine bidin wan. Divê ew jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê ku bi awayekî saxlem pêşve biçe. Ji bo Rêber Apo bi rola xwe rabe, divê azadiya fîzîkî bê misogerkirin."
Noyan bi bîr xist ku biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya di Kongreya 12’emîn a PKK'ê de hatiye dayîn, li ser banga Rêber Apo pêk hat û destnîşan kir ku Rêber Apo pêvajoya nû da destpêkirin û azadiya Rêber Apo ji bo serketina vê pêvajoyê pir girîng e.
Noyan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê me jî vê pêvajoyê bi ser bixe, divê li kolanan daxwaza azadiya Rêber Apo û mafên gelê Kurd bike û piştgiriyê bide vê pêvajoyê."