Karamûs: Ji bo yekîtiya neteweyî em ê bi dil û can bixebitin
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku di vê demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd wê bi dil û can bixebitin.
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku di vê demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd wê bi dil û can bixebitin.
Ahmet Karamûs ku di Kongreya Asayî ya 23'emîn a KNK'ê de careke din ji bo hevserokatiyê hate hilbijartin, bal kişand ser pêvajoya ku Rêber Apo bi rê ve dibe û diyar kir ku pêvajo mîsyoneke girîng dide KNK'ê.
Kongreya Asayî ya 23'emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Venlo yê Hollandayê hate lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistanê 300 delege beşdarî kongreyê bûn û banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê, statuya Kurdan a ji niha û pê ve ya li Rojhilata Navîn û yekîtiya nava Kurdan hate nîqaşkirin. Di kongreyê de ku hejmara endamên Konseya Rêveber ji 19 kesan bû 21 kes, Ahmet Karamûs û Zeyneb Mûrad careke din ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Karamûs piştî ku hate hilbijartin bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de ne, wê karekî hîn berfireh bikin. Karamûs anî ziman ku ji hemû beşên Kurdistanê temsîliyet li rêveberiyê hatiye kirin û di dema nû de berpirsyariyên wan ên girîng hene.
STRATEJIYEKE NÛ LI PÊŞIYA ME HEYE
Karamûs destnîşan kir ku Kurd li gel nearamiya li herêmê bi avaniya xwe ya rêxistinî bi berpirsyariyê radibin û got, "Di demeke bi vî rengî de yekîtiya Kurdan gelekî girîng e. Em zanin ku ji bo parastina nirx û destketiyên gelê Kurd stratejiyeke nû li pêşiya me ye. Rol û mîsyona KNK'ê li welêt û li qada navneteweyî zêde dibe. Rêveberiya ku nû hatiye hilbijartin xwedî vê berpirsyariyê ye."
KNK DIKARE BI ROLEKE GIRÎNG RABE
Ahmet Karamûs banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo bi bîr xist ku 27'ê Sibatê bi raya giştî re hate parvekirin û got, "Em zanin ku di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de pêvajoyek dewam dike. Ev pêvajo dikare bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Wê li parçeyên din jî pêşî li bidestxistina statuyê vebike. Di afirandina van şert û mercan de KNK dikare bi roleke girîng rabe."
YEKÎTIYA SIYASÎ Û CIVAKÎ
Karamûs destnîşan kir ku banga Rêber Apo ji bo KNK'ê gelekî girîng e, ev bang mîsyonekê dide wan û got, "Rol û mîsyona KNK'ê ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya siyasî û civakî ava bike. Diviyabû stratejiyeke hevpar bihata nirxandin û qebûlkirin. Eger bi vê helwestê bang li raya giştî ya cîhanê bike em ê karibin destketiyên cidî bi dest bixin. Di vê demê de ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurd em ê bi dil û can bixebitin."