Li Rûsyayê Otonomiya FNKA KURD karên xwe yên 6 mehan nirxand
Li Paytexta Rûsyayê Moskowayê li Mala Kurdan civîna FNKA a 6 mehan hat lidarxistin. Rêveberên Otonoman ên li qadan di cîvînê de amade bûn.
Li Paytexta Rûsyayê Moskowayê li Mala Kurdan civîna FNKA a 6 mehan hat lidarxistin. Rêveberên Otonoman ên li qadan di cîvînê de amade bûn.
Civîn li ser kar û xebatên ku di nav 6 mehan de hatî kirin, hat nirxandin her wiha bernameya kar û xebatên ji bo demê pêş hat plankirin.
Civîn bi belgeyên li ser kar û xebatan hate xwendin. Her wiha di civînê de endamên KNK’ê bi rêya online tevlî civîna xwe ya ku li Hollandayê çêbûyî bûn û nirxandinên xwe kirin.
Berpirsyarê Otonomiya Kurd Ferhat Patiyev û Liyana Simoyan di dîwanê de civîn bi rêve birin.
Ferhat Patiyev wiha axivî: “Di nav van şeh mehan de em wek Otonomiya Kurd tevlî çalakiyên ku li Moskow û bajarên din ên Rûsyayê tên lidarxistin, bûne. Her wiha di milê çandî de jî ji bo çanda kurdî hîn baştir were nasîn jî semîner hatine dayîn. Her wiha me xwe gihandiye bi dehan zanîngehên ku ciwan têde dixwînin. Perwerdeya ku em didin piranî li ser çanda kurdî, dîroka Kurdistanê û zimanê kurdî ye. Em bi neteweyên cuda yên li Rusyayê dijîn re jî di nava danûstandinê de ne.”
Liyana Simoyan jî wiha axivî: “Em wek jinên Kurd ên li Rûsyayê ji bo kar û xebatên jinê hîn baştir bên meşandin, em xwe birêxistin dikin û di nav hewldan û xebatê de ne. Her çiqas me xwe negihandibe hemû jinan jî, lê belê em bi jinên ji neteweyên cuda re di nava danûstandinê de ne. Kar û xebatên ku em piranî dikin li ser perwerde, Jineolojî, çand û zimane.”
Nûnerê Rêveberiya xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya federasyona Rûsyayê Reşad Bênav axivî û bal kişand ser pêngava ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin.
Ji berpirsyarên ciwanan Şuşan Ehmedova û Rustem Temoyî jî wiha axivîn: “Em wek jin û Ciwanên Rûsyayê, pir kêfxweş in ku tevlî civîneke wiha dibin. Ji bo me ev rumetek e. Ji bo xebatên ciwanan çi ji destê me were em ê bikin ku bikaribin tevlî vê pêvajoyê bibin. Bangawaziya Rêber Apo ji bo me ciwanan weke manifesto ye. Ji Rûsyayê jî, em ê hewl bidin bi vê manifestoyê tevlî kar bibin. Xebatên ciwanan xebatên pir giring in.”