Greva birçîbûnê ya sê rojan a li Kolnê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya sê rojan a ku ji aliyê AVEG-KON, SKB, Young Struggle û TSP’ê ve li ber dêra Domê ya Kolnê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya sê rojan a ku ji aliyê AVEG-KON, SKB, Young Struggle û TSP’ê ve li ber dêra Domê ya Kolnê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxwaza girtina girtîgehên tîpa bîrê yên S û Y ên li Tirkiyeyê û berdana girtiyên şoreşger-sosyalîst ên di van girtîgehan de ne grevên birçîbûnê yên piştgiriyê hate destpêkirin, piştî sê rojan êvara Duşemê bi çalakiya konvedanê bi dawî bû. Di çarçoveya greva birçîbûnê de daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, serdanên saziyan û panelek bi sernavê "Li Tirkiyeyê Hiqûq û Demokrasî" hate lidarxistin. Her wiha serdana komeleya Kurd hate kirin û banga piştevaniyê hate kirin.
Di çalakiya konvedanê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de polîtîkayên tecrîdê, şert û mercên dermirovî yên li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya mezinkirin hevgirtinê û hate destnîşankirin ku daxwazên girtiyên şoreşger daxwazên hemû pêşverû, sosyalîst û şoreşgeran e. Hate gotin ku greva birçîbûnê ya sê rojan bi dawî bûye lê têkoşîn wê bidome.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Ji girtiyên siyasîre azadî" û "Bijî hevgirtina navneteweyî" bi dawî bû.