BI DÎMEN

Kaytan û Altûn li Friedricshafenê hatin bîranîn

Ji damezrînerên PKK'ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Friedrichshafenê hatin bîranîn.

Li bajarê Friedrichshafenê yê Elmanyayê, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin bîranîn.

Bîranîna li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat.

Di bîranînê de qala têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin.

Her wiha helbesta "Ez mirov bûm" a Alî Haydar Kaytan a li ser yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer hate xwendin.

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.