BI DÎMEN

Meclîsa Kurd a Skoçyayê kongreya ‘rêxistinbûna komunal’ lidar xist

Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê Kongreya Awarte ya salane bi şîara ‘Em xwe rêxistin dikin, dibin komun, civaka demokratîk ava dikin’, lidar xist. Di kongreyê banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate silavkirin.

Kongre li Navenda Civaka Kurd a Edinburgh bi tevlîbûna gelek delege û Kurdistaniyan hate lidarxistin. Kongre ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Kongre diyarî kadroyên damezrîner ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hate kirin. Piştî rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin û hat diyarkirin ku şîara esas a kongreyê ‘Em xwe rêxistin dikin, dibin komun, civaka demokratîk ava dikin’.

Di kongreyê de Hevserokên Meclîsê Dersim Amed û Şoreş Kurdî axivîn, xebatên salekê ragihandin û li ser esasê rexnedayînê axivîn.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut bi online beşdarî kongreyê bû. Zumrut diyar kir ku banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bal kişand ser wezîfe û berpirsyariyên girîng ên dema nû.

Li ser navê MLKP’ê Huseyîn Yoldaş jî beşdarî kongreyê bû û destnîşan kir ku banga Rêber Apo ji bo têkoşîna azadî û wekheviyÊ ya gelan girîng e.

Li ser navê Brîtanya Civaka Azad Seyîd Suruç axivî û îşaret bi girîngiya rêxistinbûna komunal kir. Suruç diyar kir ku ji bo avakirina civakek exlaqî û demokratîk divê her Kurdek herî kêm xwedî komunekê be.

Piştî axaftinan raporên komîsyonê hatin xwendin. Di kongreyê dema berê hate rexnekirin û delegeyan li ser xebata dema nû û tarzê têkoşînê nîqaşên zêde kirin. Di nîqaşan de hate ragihandin ku bi taybetî rêxistinbûna komunan armanca esas e.

Di hilbijartinên li kongreyê hatin kirin de, rêveberiya nû ya Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê ya ku ji 21 kesan pêk tê, hate diyarkirin.

Ji bo Hevserokatiyê jî Ozlem Amed û Hasan Heval hatin hilbijartin.