Şehîdên Meha Gulanê li Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Gulanê li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê hatin bibîranîn û li ser girêdana têkoşîna azadiyê hat rawestandiin.
Şehîdên Meha Gulanê li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê hatin bibîranîn û li ser girêdana têkoşîna azadiyê hat rawestandiin.
Şehîdên Meha Gukanê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir û li ser têkoşîna şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de, hate diyarkirin ku girêdana şehîdan bi domandina têkoşîba wan pêkan e.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.