BI DÎMEN

Heike Geisweid: Divê hikûmeta Elmanyayê destekê bide pêvajoya aştiyê

Seroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid, têkildarî serlêdana li Dadgeha Îdarî ya Berlînê ya li dijî qedexeya PKK'ê ya ku ji sala 1993'yan û vir ve li Elmanyayê didome axivî û diyar kir ku wezîfeya hikûmeta Elman a ‘destekkirina pêvajoya aştiyê’ heye.

Tevî biryara PKK'ê ya bidawîkirina hemû çalakiyên xwe û fesixkirina xwe jî, berdewamkirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê ku ji sala 1993'yan û vir ve didome, dibe sedema nîqaşan. Hefteya borî ji bo rakirina qedexeyê serî li Dadgeha Îdarî ya Berlînê hatibû dayîn. Seroka Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) û parêzer Heike Geisweid, bang li hikûmeta Elman kir ku berpirsyariyê bigire ser xwe û got, "Gok êdî li qada biryardêrên Elmanyayê ye."

Seroka MAF-DAD'ê û parêzer Heike Geisweid, diyar kir ku biryara PKK'ê ya di 12'emîn kongreya xwe de ya "Bi dawîkirina hemû çalakiyên xwe" ji bo Elmanyayê bû qonaxeke dîrokî. Heike Geisweid, ev biryar weke gaveke girîng ji bo lêgerîna li çareseriya aştiyane nirxand û bal kişand ser mezinbûna dîasporaya Kurd a li Elmanyayê. Heike Geisweid, destnîşan kir ku geşedanên li Tirkiyeyê rasterast bandorê li Elmanyayê dike got ku wezîfeya hikûmeta Elmanyayê ew e ku destekê bide pêvajoya aştiyê.

Heike Geisweid, da zanîn ku ji bo betalkirina qedexe ango rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê didome, serî li Dadgeha Îdarî ya Berlînê dane û destnîşan kir ku sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya biyanî" ya li dijî siyasetmedarên Kurd bi taybetî li gorî xala 129b a Qanûna Cezayê êdî ne derbasdar in. Heike Geisweid, diyar kir ku di sala 1993'yan de rêxistina PKK'ê bi tevahî ji pêkhateya îro cuda bûye, êdî ti delîlên sûc ên ku van rastiyan piştguh bike nemane û destnîşan kir ku PKK'ê bi biryara çekdanînê û xwe fesixkirinê re peyama aştiyê ya zelal daye.

Heike Geisweid, da zanîn ku qedexeya heyî 1,5 mîlyon Kurdên li Elmanyayê dixe bin zextên siyasî û civakî û diyar kir ku êdî ti bingeheke hiqûqî û exlaqî ya berdewamkirina vê rewşê nîne. Heike Geisweid, anî ziman ku ne tenê civaka Kurd, çepên Elman jî divê di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîf cih bigirin û got ku kesên di pozîsyona biryardayînê de cih digirin divê êdî berpirsyariyê bigirin ser xwe û wiha got: “Gok niha li qada biryarderên Elmaniyeyê ye.”