Ji Dusseldorfê ji bo Bakurê Kurdistanê silavên xwerêvebirinê
23'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi şîara, "Bi Rêbertiya Azad em Neteweya Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê destpê kir.
23'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi şîara, "Bi Rêbertiya Azad em Neteweya Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê destpê kir.
23'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi şîara "Bi Rêbertiya Azad Em Neteweya Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê destpê kir.
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya aktîvîteya çandî ya herî mezin a Kurdên Ewropayê ye, 23 sal e li bajarên cuda yên Elmanyayê tê lidarxistin.
Festîvala ku bi dirûşma, "Festîvala Gelan" û şîara "Bi Rêbertiya Azad Em Neteweya Demokratîk Ava Bikin- Em ê Nedin Faşîzmê" bi hevkariya Meclîsa Aştî û Demokrasî ya Ewropayê (ABDEM) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) tê lidarxistin.
GELEK SIYASETMEDAR TEVLÎ BÛN
Di destpêkê de ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Hollanda, Swîsre ji gelek welatên Ewropa bi dehhezaran Kurd û dostên wan ji bo festîvalê li Dusseldorfê kom bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm, Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, ABDEM, rêveberiya Yekîtiya Hêza Demokratîk, gelek şex û siyasetmedar tevlî festîvalê bûn. Qada festîvalê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK, PYD, KJAR, TJK-E, HPG, YPG’ê ve hat xemilandin. Li qadê posterên Şervan, Ekîn Wan, Erdal Nûda, Tolhildan Firat, Harûn Raman û gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat daliqandin.
Koroya Zarokan sirûda Ey Raqip gotin û festîvalê destpê kir. Jinên bi cilê neteweyî tevlî bûn bi dirûşmên xwe xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê silav kirin.
NAV-DEM: EM Ê ÎLHAM Û HÊZÊ BIDIN XWERÊVEBERIYÊ
Axaftina vekirinê Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur kir û wiha got: "Coşa me ya vir wê îlham û hêzê bide xwerêveberiyan. Em piştgiriya xwerêveberiya gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin. Em li hember faşîzma AKP’ê dîsa berxwedana gelan a azadiyê û demokrasiyê silav dikin.” Goksungur bal kişand ser siyasetmedarên Kurd Ahmet Çelîk û Bedrettîn Kavak ên li Elmanya hatin girtin û ev bang kir: “Em vê helwesta dewleta Elman a girtina siyasetmedarên Kurd şermezar dikin, em dixwazin tavilê ev pêla girtinê bê sekinandin. "
KCD-E: EM ÊRÎŞÊN AKP’Ê YÊN BAKURÊ KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN
Hevseroka KCD-E’yê Dilşah Osman wiha axivî: “AKP polîtîkayeke îmhayê dimeşîne. Em van şermezar dikin û dixwazin bên sekinandin. AKP’ê serketina HDP’ê hezm nekiriye û bi êrîşa li hember gel, qetilkirina ciwanan dixwaze tolê rake.”