Li Dortmundê komîsyona hilbijartinê hat avakirin

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. Di komîsyona ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê de hat avakirin 20 kes cih digirin.

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. Di komîsyana ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê de hat avakirin 20 kes cih digirin.

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê bi tempoyeke zêde xebatên xwe didomînin. Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê ya Elmanyayê komîsyoneke hilbijartinê ya ji 20 kesan pêk tê ava kir. Wê komîsyon li tevayî semtan xebatên jêr komîsyonan bimeşîne.

Meclîsa Jinan a Rozerîn di daxuyaniya xwe de di serî de jin bang li Kurdistanî û derdorên hestyar kir ku bi ruhê 7’ê Hezîranê tevlî xebatan bibin. 

...