Qatilê Ethem Sarisuluk serbest berdan

Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê di çalakiyên berxwedana Gezî yên Enqere de Ethem Sarisuluk qetil kir ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ve serbest hat berdan.

Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê di çalakiyên berxwedana Gezî yên Enqere de Ethem Sarisuluk qetil kir ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ve serbest hat berdan. Birayê Sarisuluk Mustafa Sarisuluk bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Weke hemû caran kuştin û pişt re qatil serbest berdan. Xwedê belaya xwe bide wan."

Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê li Qada Kizilayê di çalakiyên berxwedana Gezî de Ethem Sarisulu qetil kir û 7 sal û 9 meh cezayê girtîgehê girtibû serbest hat berdan. Piştî Dadgeha Bilind biryar xera kir wê darizandin 7'ê Îlonê ji nû ve destpê kiriba, lê ji ber Walîtiya Enqere got "Ewlehiya can tineye" doz birin Aksarayê. 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqere biryara neqlê qeyd kir û tevî  vê biryarê madeyeke din lê zêde kir û biryara polîsê qatil Ahmet Şahbaz serbest berda.

Birayê Sarisuluk Mustafa Sarisuluk ê  hînî biryarê bû ji DÎHA'yê re axivî û wiha got: "Dewleteke faşîst zarokên me dikuje. Edalet û hiqûq vî welatî gelek qels û bi êş e. Dewlet weke hemû caran zarokên dikuje. Qatilan jî serbest di berdide. Xwedê bela xwe bide wan." Sarisuluk diyar kir ku li welatê her roj zarok û ciwan tên qetilkirin û qatil bi "bêcezabûnê" tên xelatkirin û AKP qatilan diparêze.