Di meşa dirêj de li hember astengiya polîsan çalakî
Meşa dirêj a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê destpê kir. Ciwanan astengiya polîsan bi çalakiyekê protesto kirin.

Meşa dirêj a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê destpê kir didome. Ciwanan li rêya daristanê piştî 6 saetan meşiyan polîsan gotin ku meş ji bo îro bi dawî bûye. Rayedarên polîsan diyar kirin ku di çarçoveya fermana ji jor girtine ciwan di rêya daristanê re birine. Meşvanan jî diyar kirin ku nêzîkatiyeke wiha qebûl nakin û wê li navenda bajêr çalakiyê li dar bixin. Di encama hevdîtinan de meşê dewam kir.
Di meşê de belavokên têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Terorîst Erdogan”, “Jin, jiyan, azadî” hatin gotin.
Ciwanên li navenda Oberbergischerkreis nêzî kîlometreyek û nîvê meşiyan li Komeleya Elewiyan a Kurd mola dan.