Cotkar ji ber polîtîka çandiniyê ya AKP'ê bêzar in
Li Êlihê, cotkarên ku salane 500 hezar ton garis hildiberînin, ji ber bê îstîqrariya siyasî ya hikûmeta AKP'ê afirand, neçar man mehsûlên xwe bifiroşin bazirganan.
Li Êlihê, cotkarên ku salane 500 hezar ton garis hildiberînin, ji ber bê îstîqrariya siyasî ya hikûmeta AKP'ê afirand, neçar man mehsûlên xwe bifiroşin bazirganan.
Li Êlihê, cotkarên ku salane 500 hezar ton garis hildiberînin, ji ber bê îstîqrariya siyasî ya hikûmeta AKP'ê afirand, neçar man mehsûlên xwe bifiroşin bazirganan. Tevî ku palehî hatiye kirin jî, ji ber ku buhayê mehsûlan nehatiye aşkerakirin, cotkar di nava fikaran de ne.
Cotkarî ku mezintirîn çavkaniya debarê ya gelê li Kurdistanê ye, îsal ji ber krîza aboriyê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Cotkarên salane 500 hezar ton garisan diçînin, li bendê de buhayê mehsûlan bê aşkerakirin. Cotkar ji ber nebûna kooperatîfan ji neçarî mehsûlên xwe difiroşin bazirganan.
Emîn Ayaz diyar kir ku wan îsal 2 hezar ton garis çinîne û anî ziman ku ji ber buhayê Mehsûlên Axê diyar bike, wan nekariye van mehsûlên xwe bifiroş in. Ayaz da xuyakirin ku ji ber rewşa şer a îsal û neavakirina hikûmetê, cotkarên li Tirkiyeyê di nava deynan de digevizin û destnÎşan kir ku polîtîkaya her hikûmeta tê ser desthilatdariyê, qedera cotkaran diguherîne.
Ayaz got, "Ev 3 sal in, ji bo çandina garisan, cotkar tên teşwîkkirin. Ev 2 sal in cotkar bi pirsgirêka elektrîkê re rû bi rû ne. Di dema avdanê de elektrîk qut dibe û ji ber baş nayê avdan, mehsûleke baş ji zeviyan bi dest nakeve. Cotkarên ku ev rewş şermezar kirin, gelek caran rastî şîdetê hatin. Şerê ku îsal destpê kir û hikûmeta ava nebû, bi xwe re krîzeke cidî ya aboriyê anî. Buhayê dolar niha gelekî zêde bûye. Tê xwestin ku mehsûlên me bi buhayekî gelekî kêmî yê par, bê kirîn. Her sal di vê wextê de buha dihat diyarkirin. Lê belê îsal hînê buhayê rekolte nehatiye aşkerakirin."
Cotkar Îsa Ûçar jî anî ziman ku zeviyên wî yên garis li deşta Êlih û Bismilê yên xwe ji Çemê Dîcleyê xwedî dikin hene û diyar kir ku ji ber tinebûna kooperatîfan, keda aslekê ya cotkaran radestî bazirganan hat kirin.
Ûçar da zanîn ku dewlet ji rewşa parçebûyî ya cotkaran sûdê werdigire û got, "Eger cotkaran kooperatîf ava kiribûna, dewletê wê nikarîbûya berhemên heyî bi nîv buhayî bikire. Em garis diçînin, lê buhayê îsal wê çi be? Gelo wê mehsûlên me di destê me de bimîne? Em bi vê nizanin. Dewlet wê buhayekî gelekî kêm diyar bike, bazirgan jî wê qurişekî zêde bide, bi vî rengî ji me bikire. Li deşta Êlih û Bismilê niha 2 mîlyon donim zeviyên garis hene. Ji ber polîtîkaya çandiniyê ya şaş a dewletê, cotkar ji wijdanê xwediyên krediyên mîkro, selefxuran û bazirganan re tên hiştin. Divê cotkar karibin tavilê kooperatîfên xwe ava bikin, di rewşeke berevajî de em ê her sal fikara îflasê bijîn."