Çalakiya edaletê li Frankfurt dewam kir
Çalakiya edaletê ya her hefte ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir.
Çalakiya edaletê ya her hefte ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li ber Konsolosxaneya Fransa, di çalakiya ku ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat lidarxistin, Kurdistaniyên ji Russelsaim, Offanbach, Hanau hatibûn beşdar bûn. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin vekirin û ji ber dewleta Fransa têkildarî komkujiyê gav navêje hat protestokirin.
Di çalakiyê de pankarta, "Me komkujiya Parîs ji bîr nekir, em ji bîr nakin” hat vekirin û dirûşma, “Leyla, Sakîne, Fîdan dijîn” hat gotin.