Demîrtaş: Çeka vî gelê têk bibe hê çênebûye
Demîrtaş ê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de axivî AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hê çeka ku gelê Kurd têk bibe çênebûye.”
Demîrtaş ê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de axivî AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hê çeka ku gelê Kurd têk bibe çênebûye.”
Demîrtaş ê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de axivî AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hê çeka ku gelê Kurd têk bibe çênebûye.”
Festîvala ku bi dirûşma, "Festîvala Gelan" û şîara "Bi Rêbertiya Azad Em Neteweya Demokratîk Ava Bikin- Em ê Nedin Faşîzmê" bi hevkariya Meclîsa Aştî û Demokrasî ya Ewropayê (ABDEM) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) hat lidarxistin.
Di destpêkê de ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Hollanda, Swîsre ji gelek welatên Ewropa bi dehhezaran Kurd û dostên wan ji bo festîvalê li Dusseldorfê kom bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm, Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, ABDEM, rêveberiya Yekîtiya Hêza Demokratîk, gelek şex û siyasetmedar tevlî festîvalê bûn.
Qada festîvalê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK, PYD, KJAR, TJK-E, HPG, YPG’ê ve hat xemilandin. Li qadê posterên Şervan, Ekîn Wan, Erdal Nûda, Tolhildan Firat, Harûn Raman û gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat daliqandin.
Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelê Kurd bi qasî di ti deman de nehatiye dîtin nêzî azadiyê ye û ji bo vê yekîtiya neteweyî girîng e. Kemalîzade li hember êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medya pêk tîne nerazîbûn nîşan da.
Endamê Desteya Rêveber a DÎDF Yucel Ozdemîr ê li ser navê ABDEM’ê axivî polîtîkayên AKP’ê bi tundî şermezar kir û got: “Berpirsê kaosa li Rojhilata Navîn AKP ye.”
MUSLIM: BAKURÊ KURDISTANÊ SILAV DIKIM
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim diyar kir ku Kurdan li Rojhilata Navîn xwe îspat kirine û wiha axivî: “Kurd ji bo her tiştî amade ne. Kurdan li Şengalê li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dane û bi ser ketine. Bi vê serketinê îro tevahî gel bi awayekî azad û wekhev bi hev re dijîn. Em xwediyê Şengal, Kobanê û Qamişlo ne. Em xwediyê Mezopotamya ne. Em xwedî dîrokek kevnar in. Şerê me yê li Rojava li hember dijminên mirovahiyê ne. Têkoşîna mirovahiyê ye.”
REXNEYEK GIRAN JI BO AKP’Ê
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi tundî polîtîkayên AKP û Serokkomar Recep T. Erdogan rexne kir. Demîrtaş got, ew hesreta aştiyê ya Kurdên dîasporayê silav dikin.
Demirtaş wiha axivî: “Ev gel ewqasî ji bo aştiyê bi xwestek, aşiqê aştiyê be ti çekê wan têk bibe hê çênebûye. Li hemberî gelekî wiha tevahî artêş û çek neçar in. Li hemberî vî gelê mafdar her kes wê bin bikeve. Artêşa Qesrê wê ti carî bi ser nekeve. Wê her kes bibîne wê careke din li hember wî gelî bi bin bikeve. Em ê careke din nîşanî we bidin bê yê hêviyê ji şer dike çi ji wan tê.”
Demîrtaş bal kişand ser komkujiyên Cizîrê û wiha berdewam kir: “Di van saetan de li hember konsepta şer bi berxwedanek bi rûmet Cizîr, Silopiya, Gimgim, Farqîn, Şemzînan, Nisêbînê bedena xwe kirine mertal, ez wan silav dikim.”
Festîval piştî axaftinan bi stranên hunermandan bi dawî bû.