Veguherîna bajarî Roman bêmal hişt

Li taxa Tûrgût Reîs a Mersînê ku bi Romanan tê naskirin, di bin navê veguherîna bajarî de li şûna xaniyên musteqîl ê 30 hezar Roman lê dijîn, avahî tên lêkirin.

Li taxa Tûrgût Reîs a Mersînê ku bi Romanan tê naskirin, di bin navê veguherîna bajarî de li şûna xaniyên musteqîl ê 30 hezar Roman lê dijîn, avahî tên lêkirin. Serokê komeleya Romanên Derya Spî Îsmaîl Nûbel da xuyakirin ku ya li wan tê kirin cihêkarî ye û destnîşan kir ku Serokkomar Recep tayyîp Erdogan, soza daye wan bi cih neaniye.

Romanên ku li cîhanê weke "bê welat" tên zanîn û ji ber çanda xwe her tim li derveyî civakan tên hiştin, tevî bêparmayîna ji mafên tenduristî û ewlekariya kar nikarin ji mafên welatîbûnê jî sûdê werbigirin. Li Taxa Tûrgût Reîs a li herêmeke nêzî peravê deryayê ya navçeya Akdenîzê, di bin navê 'projeya veguherîn bajarî' de 30 hezar Roman ji cih û warên xwe bûn. Serokê Komeleay Romanên Derya Spî Îsmaîl Nûrbel anî ziman ku rêveberiya şaredariya berê tapûyên malên wan dane kesên nas nakin.

Nûbel diyar kir ku bi tinebûna taxa Roman lê dijîn re wê çandek jî tine bibe û got, "Berî 35 salan em li Taxa Tûrgût Reîs bi cih bûn. Me ev erase bi mafê xwe kirîne. Em jî li gorî xwe xwedî pîşe ne. Karê selikan, karê hesin, yê faytonan û muzîsyenî. Bi pereyên bi keda xwe qezençkirî re me ev erase kirîn. Kesên ev erase firotin me tapû nedan me. Yên tapû dan jî, tapûyên wan sexte derketin. Van kesan di berdêla pereyekî din de xwestin tapûyên rastî bidin me, lê vê carê me ji wan bawer nekir. Piştî dadgeha 30 salan dewam kir, rêveberiya şaredariya beriya niha ev erase pêşkêşî hin kesan hat kirin û mafên me ji destê me hatin girtin. Pereyê ku dan me jî 5 hezar TL ye. Halbûkî li erdê xwe yê 165 metreçarçikê, me xaniyên ji 6-7 odeyan lê kirin. Li van odeyan malbatek b zarokên xwe dima. Em bi vî rengî gelekî bextewar bûn. Lê belê nekarîn xwe li vê kêfxweşiya me ragirin û 5 hezar TL dan me. Bi pêkanîn 18'an re em li derve hiştin. Yanî di wê demê de jî ev dihat wateya cihêkariyê. Vê carê bi rastî jî mirovên me ji cihê lê dijiyan belav bûn û koçî cihên din kirin. Niha mirov nikarin kirê ya xwe bidin. Yê nikaribe kirê bide nikare elektrîkê, nikare heqê avê jî bide. Niha em neçar mane çopê kom bikin, lê belê Şaredarê Bajarê Mezin ê MHP'yî wesayîtên me yên komkirina çopê jî ji destê me girtiye. Hin derdoran xaniyên me ji me stendin, niha jî karê me ji me stendin. Eger naxwazin em çopê jî kom bikin bila karekî bide me. Em mirovên vî welatî ne, çima ji wan nayê dîtin?"

Alîkarê Serokê Komeleya Romanan Kadîr Dal jî da xuyakirin ku Roman li polîtîkayeke mezin a asîmîlasyonê rast tên û got, "Hûn balê bikişînin ser kîjan pirsgirêka Romanan, ewçend giran e ku nabe were vegotin. Ji dema Osmaniyan ve em li vir dijîn. Em mirovên qedîm ên vî welatî ne. Em bindestê bindestan e. Li vê derê malên me hatin hilweşandin, canên me ji me hatin stendin. Beriya xaniyên me werin hilweşandin li vê derê me hewl didan gelek pirsgirêkên Romanan çareser bikin. Hem di hilbijartinan de hem bi jiyana civakî re hem jî bi çanda xwe re. Lê belê piştî ku bi 3 qurişan em hatin sirgûnkirin, em êdî nikarin hev bibînin. Roman bi rastî jî gelekî nêzî asîmîlebûnê ne û asîmîle bûne. Em niha nikarin hêza xwe bikin yek. Welatiyên me yên Roman bi ku ve çûn? Li ku dijîn? Birçî ne? Tî ne? Em nizanin. Em parçe parçe bûn, ji hev belav bûn."

ERDOGAN SOZA XWE BI CIH NEANÎ

Dondo Kalayci jî anî ziman ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo çareserkirina mexdûriyetên wan soza xanî daye, lê belê piştî hilbijartinê ev soza xwe bi cih neaniye û got, "Ji Tayyîp Erdogan Efendî re dibêjim; Ji bo malên me teslîmî me bikin em çûn Enqereyê, li wir soz da me, me jî ji bo wî li çepikan xist, lê em ji bîr kir. 5 hezar astengdarên Romanên Mersînî hene. Em ji xaniyên me avêtin, havîn, zivistanê em ê çawa li deve bijîn? Bi qedexeyan re ji xwe Roman asîmîle kirin. Qet nebe nexin rewşeke zor û zehmet de."

...