Yilmaz Guney li ser gora hat bîranîn

Yilmaz Guney di 31. salvegera mirina xwe de li Goristana Pere La Chaise ya Parîsê li ser gora xwe hat bîranîn.

Yilmaz Guney di 31. salvegera mirina xwe de li Goristana Pere La Chaise ya Parîsê li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna ku ATÎK, ACTÎT, FDHF, ODAK, Alinterî, Bîr-Kar, DÎDF, Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa rêxistin kir gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn.

Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpê kir li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de behsa xebat, wesf û pratîka Guney hat kirin. Di daxuyaniyê de behsa kesayeta şoreşgerî ya Guney jî ku hat kirin û hat diyarkirin ku rêya herî mezin a bîranîna Guney xwedîderketina li nirxên wî ye.

Piştî daxuyaniyê helbest û stran hatin gotin. 

...