Di merasîma cenazeyê polîs de ji Serokwezîr re “Kurê xwe bişîne şer”

Di merasîma cenazeyê Polîs Akîf Hatûnoglû de xizmên polîs ji serokwezîr re gotin: “Li vir wê dayika min bigirî. Eger ti parlamenter î, serokwezîr î, kurê xwe bişîne şer. Bes e êdî.”

Di merasîma cenazeyê polîs Akîf Hatûnoglû yê li Kerboran a Mêrdînê hat kuştin, xizmên polîs ji Serokwezîr re gotin, “Li vir wê dayika min bigirî. Eger ti parlamenter î, serokwezîr î, kurê xwe bişîne şer. Bes e êdî.”

Cenazeyê polîsê bi navê Mehmet Akîf Hatûnoglû yê li navçeya Kerboran a Mêrdînê hat kuştin, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Edeneyê hat wergirtin li Goristana Bûrûk hat defnkirin. Di merasîma cenaze de malbata Hatûnoglû nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP’ê dan. Di merasîma cenaze de xesûya Hatûnoglû Fatma Gumuştaş wiha hawar kir: “Bila Serokkomar, Serokwezîr werin careke din can bidin wan.”Xizmên Hatûnoglû jî bi gotina: “Li vir wê dayika min bigirî. Eger ti parlamenter î, serokwezîr î, kurê xwe bişîne şer. Bes e êdî” nerazîbûn nîşan dan.

Di bêrîka polîs Hatûnoglû de nameya “bila rayedarên dewletê neyên cenazeyê min derketibû.”