Dayikên Şemiyê em aştiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 545'an de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 12'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 545'an de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 12'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 545'an de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 12'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn. Dayikan Şemiyê got Morsumbul di sala 2003'an de ji ber ku leşkerî nekiriye ji hemwelatiyê hatiye derxistin.
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 545'an a ku ji bo aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Kiryar diyar in winda li ku ne" û "Em windayên xwe dixwazin û em aştiyê dixwazin" û wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Turgut Oker jî tevlî çalakiyê bû û di çalakiya hefteyî de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 18'ê îlona 1980'an de li Çewlîkê hat binçavkirin û hati windakirin pirsîn. Di çalakiyê de ewil Hevsera Omer Guven ê ku di sala 1992'an de li Cizîrê di binçavan de hat windakirin Ayşe Guven axivî û diyar kir ku li Cizîrê her roj komkujiyek pêk tê û got "êdî bes e." Guven anî ziman ku berpirsiyarê komkujiya Dewlet û Erdogan e û wiha got: "Piştî seat 7'an şunda li Cizîrê her şev komkujî pêk tên. Em aştiyê dixwazin êdî em naxwazin bên qetilkirin."
'EZ DAYIKA DU ZAROKÊN XWE DI ŞERÊ QIRÊJ DE WINDAKIRÎ ME'
Piştî axaftina Guven nameya dayika Huseyîn Morsumbul Fatma Morsumbul şandî hat xwendin. Morsumbul di nameyê de diyar kir ku kurê wê cuntaya Kenan Evre winda kir û kurê wê Ekîn Morsumbul jî xwe li hemberî êşa birayê xwe negirt û derket çiya û jiyana xwe ji dest. Morsumbul di nameya xwe de wiha got: "Min du zarokên xwe di vî şerê qirêj de winda kirin"
'MORSUMBUL JI BER LEŞKERÎ NEKIR JI HEMWELATIYÊ DERXISTIN'
Parêzerê Morsumbul Eren Keskîn diyar kir ku Morsumbul ji aliyê kontrayên tirk ve hat qetilkirin. Keskîn anî ziman ku têkildarî aqubeta Morsumbul de tu tişt nekirin û di sala 2003'an de Morsumbul ji ber ku leşkerî nekiriye ji hemwelatiyê hatiye derxistin.
Piştre Nerîman Çelîk daxuyaniya hefteyî xwend. Çelîk diyar kir ku li Tirkiyeyê tu vînekî siyasî ya kiryaran ceza bike tuneye û wiha got: "Li Tirkiyeyê di serî de dad û hemû saziyên dewletê ji hemwelatiyan re na ji desthilatdariyê re xizmetê dikin. Ev yek jî bi xwe re bêhiqûqiyê, bêdadiyê, nelirêtiyê û rêbezên keyfî pêk tîne."
'HUSEYÎN DI ÎŞKENCEYÊ DE HAT QETILKIRIN'
Çelîk anî ziman ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de leşkerên dibin fermandariya Serpêl Durmuş Coşkun de û polîsan li Çewlîkê di 18'ê îlona 1980'an de bi ser mala malbata Morsumbul de girtin û Huseyîn Morsumbul binçavkirin. Çelîk da zanîn ku dest û çavên Morsumbul girêdanû birin Fermandariya Tugaya Çewlîkê û malbat wî dem pirsîn ji malbatê re gotin Morsumbul ji tabura reviyaye hat dayîn. Çelîk bilêv kir ku malbat derbarê kesên Morsumbul birin de gîlî kirin û wiha got: "Lê derbarê windakirina Huseyîn de tu kar nehatin kirin. Dosya nehat vekirin. 4 sal piştî bûyerê kesê li wê demê li taburê leşkerî dikir bi telefonê gihişte malbata Morsumbûl. Ji malbatê re got Huseyîn di îşkenceyê de hat qetilkirin û bi beteniyeyê hat pêçandin û ber bi navçeya Dara Henê ve birin. Dewlet têkildarî aqubeta Huseyîn de tu tişt nekirî di sala 2003'an de ji ber leşkerî nekir ji hemwelatiyê derxistin."
Çelîk got ku berspiriyarê windakirina Morsumbul Serheng Durmuş Kivrak û aktorên 12'ê Îlonê ne û divê hemû leşker û kesên sivîl ên wê demê bên darizandin û wiha axivî: "Em windayên xwe dixwazin. Em dixwazin kiryar bên cezakirin. Em edaletê dixwazin."