Bayik: AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta Erdogan li hember gelê Kurd û tevgera gelê Kurd êrîşeke mezin daye destpêkirin. Bayik got ku AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî peyameke bi dîmen şand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku "Dewleta Tirk a faşîst" û hikûmeta Erdogan li hember gelê Kurd û tevgera gelê Kurd êrîşeke mezin bi rê ve dibe.

Bayik anî ziman ku ji 24’ê Tîrmehê û şûn ve ev êrîş ketine merheleyeke nûn û got: “Ev êrîş di salvegera tifaqa Lozanê de destpê kirin.”

Bayik bi bîr xist ku Lozan înkara Kurdan e û wiha dewam kir: "Wateyeke giran a ku êrîş di salvegera Lozanê de dane destpêkirin heye. Yanî tê wateya red û îmhayê.”

Bayik, di peyama xwe de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya yek alî kedeke mezin daye û ev aniye merheleya muzakereyê.

Bayik balkişand ser serketinên gelê Kurd û derdorên demokratîk ên bin banê HDP’ê de kom bûne û destnîşan kir ku AKP dixwaze şer derxe pêş û wiha HDP’ê paşve bixe.

Bayik got ku tevî tevahî êrîşan jî ketina HDP'ê ya parlamentoyê “Dawiya rejîma Tirkan aniye” û tevahî nasnameyên tên înkarkirin jî xistine Meclîsê.

Bayik diyar kir ku bi van encamên hilbijartinan Erdogan fêm kir nikare rejîma ku dixwaze bi hilbijartinan ava bike û dest bi şer kir. Bayik ragihand ku bi ji ber vê Erdogan encamên hilbijartinan tine hesibandiye û biryara ji nû ve çûna hilbijartinan girtiye.

XWESERIYA DEMOKRATIK LI HEMBER FAŞÎZMA ERDOGAN BERXWEDAN E

Bayik wiha axivî: "Erdogan rejîmeke faşîst, dîktator ferz dike û ev ji bo tevgera me, gelê me û hêzên demokrasiyê mafê li dijî wê seknê dafirîne. Ji ber vê jî gelê me li gelek bajaran Kurdistanê xweseriya demokratîk derxiste pêş. Ev li hember faşîzmê, dîktatoriyê berxwedanek e. Ev berxwedana demokrasiyê ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê axaftina xwe wiha domand: "Ger dîktatoriyê ji xwe re mafek dibîne, li hemberî wê berxwedan jî mafê me ye.”

Bayik bal kişand ser destketiyên hêzên demokrasiyê, Kobanê û Girê Spî  û got ku Erdogan li hemberî vê pêşketinê bi rêya hinek dûvikên xwe yên di nav DAIŞ’ê de li Pirsûsê komkujî pêk aniye.

Bayik da xuyakirin ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hem alîgirên demokrasiyê, çepgir ên Tirkiyeyê û  gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û wê ev têkoşîn mezintir jî bibe.

BI VAN TAKTÎKAN NIKARIN DI HILBIJARTINAN DE BI SER KEVIN

Bayik bal kişand ser komployên didomin ên li hemberî Tevgera Kurd û got ku wek çawa li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk hatiye li hemberî pêşengên vê tevgerê jî komplo tên amadekirin.

Bayik wiha got:"Xwestin vê jî bikin propagandaya hilbijartinan, xwestin di hilbijartinan de wiha bi ser kevin." Bayık axaftinên xwe wiha domand:

"Bi vî rengî nikarin di hilbijartinan de bi ser kevin, encamekê jê bigirin. Ev taktîk gelek caran bi kar anîne û her ceribandine jî derbe xwarine. Vê carê jî wê derbên mezin bixwin."

Bayik destnîşan kir ku ev taktîkên Erdogan û hikûmet serî lê didin, zeîfetiya wan dide dest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê gelê me bi ser bikeve. Ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve.”