Ciwanên li Ewropa behsa gerîla Ozsonmez kirin

Ciwanên li Ewropa dijîn behsa gerîlayê HPG’ê Ozsonmez ê jiyana xwe ji dest da kirin û girêdana wî ya bi PKK’ê û gel anîn ziman.

Ciwanên li Ewropa dijîn behsa gerîlayê HPG’ê Ozsonmez ê jiyana xwe ji dest da kirin û girêdana wî ya bi PKK’ê û gel anîn ziman.

Di encama bombebarana artêşa Tirk a 27’ê Tebaxê de gerîlayê HPG’ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî) jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Wupperal ê Elmanya bîranînek hat lidarxistin. Di bîranîna ku  bi sedan ciwan tevlî bûn dûrişma “Şehîd Namirin” hat qîrkirin.

Kurdên li Ewropa dijîn bal kişandin ku Ozsonmez ê bi navê ‘Cemo’ dizanin  têkîliyên germ bi gel re pêş dixist û tevgera xwe ve girêdayî bû. Kurdistaniyên Ozsonmez nas dikirin û pêre hevaltî kiribûn wiha gotin:

‘JIYANA XWE TIJÎ DIJIYA’

Medya Botan: "Bi peyvan anîna Cemo anîna ziman bi rastî zehmet e. Cemoyekî xwedî têkiliyên berfireh û bi tevger, jiyana xwe tijî dijiya û di her gaveke xwe de azadî û rêxistin bi cih kiribû. Ev enerjiya bê dawî di nav ciwanan de bibû ruhek.”

'PIŞTÎ AGAHIYA ŞEHADETÊ ME LANET LI AKP’Ê BARAND'

Nîzam Baran: "Carina ji bo mirovekî peyv kêm dimînin, tenê bi rêhevaltiya wî mirov dikare fêm bike. Min 2008’an Cemo nas kir. Dema ez behs dikim kenê wî yê xweşik tê ber çavên min. Rojekê hat mala me, Kurdiya wî ne baş bû, ya dayika min jî Tirkiya wê, lê tevî vê jî diyaloga wî hê jî zindî ye. Di her sohbeta me de mûtleq behsa wî dibû.”

'TI CARÎ JI BÎR NAKIN'

Alye Mêrdîn: "Di dema şopandina nûçeyan de em agahdar bûn. Te digot xanî bi tevahî qeşa girt. Kes nedaxivî. Malbata me Cemo ji nêz ve nas dikirin. Dilê me dikira bisekiniya. Par dema xalê min li Nisêbînê şehîd ket jî me heman hest jiyan. Cemo bi rastî hevalekî pir cuda bû. Ew diyalogên germ bi rehetî nayên jibîrkirin. Em rûyê wî yê li ken û girêdana wî ya bi rêxistinê re ti carî ji bîr nakin. "

'DI 10 DEQEYAN DE MIN ÎQNA KIR; EZ DERKETIM RÊYEK 500 KM’YÎ'

Aydin Baran: Cemo li Marsîlyayê efsaneyek e. Bi agirê di hundirê wî de te digot qey wê tavê bi destên xwe bigire, ewqasî bi coş bû. Me hemûyan para xwe ji coşa wî digirt. Meşa di rêya Cemo de deynê stûyê me ye. "

...