Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylamez çalakiya edaletê

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez lêgerîna edaletê vê hefteyê jî dewam kir.

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez lêgerîna edaletê vê hefteyê jî dewam kir. Li ser komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ku nêzî 3 sal derbas bûn jî hê jî hêzên li pişt komkujiyê nehatine ronîkirin.

Kurdistanî û endamên SKB’ê yên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê kom bûn, saet 14.00’an bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di dirûşmeyan de lêgerîna edaletê û rola Tirkiyeyê ya di komkujiyê de hat diyarkirin.

Girseya bi flameyên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez li ser hilgirtin heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiya li vir deqeyek rêzgirtin pêk anî.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Normandiya Elîf Yolcû, axaftineke kurt kir. Yolcû di axaftina xwe de behsa lewaziya Fransa ya di mijara ronîkirina komkujiyê de kir. Yolcû anî ziman ku heta edalet û ronahî pêk bê wê çalakiya xwe ya her Çarşem bidomînin. Yolcû got: “Soza me ya ji şehîdên me re ye.”

Çalakî bi dirûşma, “jin jiyan azadî” bi dawî bû.

...