Zarokên Kobanêyî û dayika wan spartin axê
Zarokê 3 salî Alan Şino Kurdî, bira û dayika wî ji aliyê hezaran kesî ve li Kobanê hatin defnkirin.
Zarokê 3 salî Alan Şino Kurdî, bira û dayika wî ji aliyê hezaran kesî ve li Kobanê hatin defnkirin.
Zarokê 3 salî Alan Şino Kurdî yê 1’ê Îlonê dema bi malbata xwe re bi kelekê ji Tirkiyeyê li ser Deryaya Spî derbasî Yewnanîstanê dibûn, li gel dayik û birayê xwe jiyana xwe ji dest dabû û wêneyî cenazeyê wî yê li qeraxa deryayê bibû rojeva hemû cîhanê, ji aliyê hezaran kesî ve li Kobanê spartin axê.
Cenazeyê Alan Şino Kurdî yê 3 salî, birayê wî Xalib ê 5 salî û dayika wî Rihan a 27 salî, îro di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê hate kirin. Li gel cenazeyan ji bilî xizmên malbata Kurdî, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Leyla Guven, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Aylîn Nazlikaya jî derbasî Kobanê bûn.
Cenaze li ber Deriyê Sînor ê Kobanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Li vir Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim axaftinek kir û sersaxî ji malbatê xwest. Mislim destnîşan kir ku Kobanê li hemberî “terorê” berxwedaneke gelekî mezin nîşan daye, lê ew gelekî xemgîn dibin ku piştî vê berxwedan û xwîna ji bo Kobanê hatiye rijandin, welatî berê xwe didin Ewropayê. Mislim got ku li Kobanê pêngavên ji nû avakirin, ewlekarî û aramiyê têne avêtin û bang li hemû welatiyên Kobanê yên derve kir ku vegerin warê xwe. Mislim got ku wê Kobanê bibe sembola aştiya cîhanê.
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Leyla Guven jî ji malbatê re sersaxî xwest û dewleta Tirkiyeyê wekî berpirsyara van komkujiyan nîşan da. Guven rexne li rayedarên Tirkiyeyê kirin û got: “We gotibû ku hûn ê gelek welatiyên Sûriye û Kobanê li ser axa xwe bi cih bikin. Ger we cihekî ji bo jiyanek bi rûmet peyda bikira, wê çima gelê Sûriyeyê jiyana xwe xistibana tehlûkeyê, derya qut bikirana û berê xwe bidina Ewropayê? Niha parlamenterên Tirk li ber deriyê Kobanê amade ne û rondikan dibarînin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin ma hûn şerm nakin, hûn sedema van tiştên tên jiyîn.”
Guven bang li welatiyên Kobanê kir ku berê xwe nedin Tirkiye û Ewropayê, ji ber ku li hemberî gelê Sûriyeyê bi hemû rê û rêbazan keysbazî tê kirin.
Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Aylin Nazlikaya jî anî ziman ku ew ji bo sersaxiyê hatiye Kobanê û got: “Şer wêraniyê bixwe re tîne. Hêviya me aştî ye. Ji bo vê jî em wekî siyasetmedar ji bo tevahiya cîhanê hêviya jiyanek bi ewle dikin.
Piştî axaftinan girseya gel her sê cenaze birin mala qurbaniyan û ji wir jî birin Goristana Gundê Termik. Her sê cenaze li vir spartin axê.