Malbatan edalet xwest, polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kirin
Li Amed, Êlih, Îzmîr û Geverê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.
Li Amed, Êlih, Îzmîr û Geverê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.
Li Amed, Êlih, Îzmîr û Geverê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. Di çalakiyan de hat gotin ku dewlet ji pêkanînên salên 90'î xirabtir her roj welatiyên sivîl qetil dike û wiha got: "Di dema ku em li vê derê aqûbeta windayên xwe dipirsin, bi taybetî li Kurdistanê û bi tevahî li Tirkiyeyê hîn windakirin û komkujiyên nû pêk tên. Cizîr, Gewer, Silopî, Nisêbîn, Amed mînakên vî tiştî ne.”
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 343'an li Parqa Koşuyolu li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz. Abdullah Zeytun diyar kir ku dewlet ji salên 90'î xirabtir her roj welatiyên sivîl qetil dike. Zeytun anî ziman ku divê polîtîkayên şer ên qirêj ên tên meşandin bi dawî bibin û şer pirsgirêka kurd çareser nake û hêj bêtir kur dike. Zeytun da zanîn ku divê dewlet demildest dest ji şer ber bide û pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bike.
Rêveberê ÎHD'ê ya Amedê Emîn Ermîn çîroka Abbas Seyrek û kurên wî Abullelam û Zekî Seyrek ên di sala 1993'an de ji aliyê kesên rûpêş ve hatin qetilkirin parve kir. Ermîn îfadeyên hevsera Seryek wiha ragihandin: "Hevserê min Seyrek esnaf bû. Kurê min Zekî li Şaredariya Cizîrê karker bû. Hevserê min carekê 14 mehan girtî ma û carekê jî 19 rojan di binçavan de ma. Piştî hevserê min serbest hat berdan li navenda bajar pevçûn hatibûn jiyîn. Piştî re kesên rûpêş bi ser mala me de girtin. Di destên wan de çekên giran hebûn û 3 kesan hevser û 2 kurên min birin. Her sê jî li torosa sipî siwar kirin. Piştî wesayît ji malê dûr ket di demek kin de dengê çekan hat. Dema ez beziyam çûm min cenazeyên hevser û 2 kurên xwe 150-200 metre dûr malê dîtin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Çalakiya xizmên windahiyan û Dayikên Şemiyê ya ku di hefteya 343'emîn de li Êlihê pêk hat. Çalakî li kolana Gulîstanê bi tevlîbûna parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, hevserokên DBP-HDP’ê yên Êlihê, Endamên meclîsa şaredariya Êlihê, nûner û rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê, Dayikên Şemiyê û xizmên windahiya pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hat girtin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başan axivî û da zanîn ku ew her hefteyê heman daxwazan tînin ziman û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di dema ku em li vê derê aqûbeta windayên xwe dipirsin, bi taybetî li Kurdistanê û bi tevahî li Tirkiyeyê hîn windakirin û komkujiyên nû pêk tên. Cizîr, Gewer, Silopî, Nisêbîn, Amed mînakên vî tiştî ne.”
Piştre rêveberê ÎHD’ê yê şaxa Êlihê Naîl Çîçeklîdal daxuyaniya çapemeniyê xwed. Çîçeklîdal, rapora ÎHD û TÎHV’ê ya der barê binpêkirina mafên mirovan ya ji bo Cizîr a Şirnexê bi bîrxist û ev tişt got: "Tiştên ku pêk tên bi rastî jî raya giştî dixe nava fikaran. Em bang li hemû aliyan dikin ku werin bibin hêza bingehîn a aştiyê."
ÎZMÎR
ÎHD a Îzmîrê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û kiryarên wan bipirsin li ber Sumerbanka Kevn daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in kiryar li kû ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek axivî û diyar kir ku ew wekî parazvanên mafên mirovan ji bo ji hesabê sucên windakirinan bê pirsîn li qadan in. Çîçek bilêv kir ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan nayên pirsyarkirin. Çîçek çîroka Huseyîn Morsumbul ê ku di 18'ê îlona 1980'an de ji Çewlikê hate binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin parve kir. Çîçek got ku polîsan bi ser mala Morsumbul de girtine û leşkerên di bin fermandariya Durmuş Coşkun Kivrak de bi hinceta tê îfadeya wî bigirin binçavkirine.
Çîçek da zanîn ku piştre leşkeran Morsumbul birina Fermandariya Tugaya Çewlikê û dema ku malbatê aqûbeta wî pirsîne bersiva ji tugayê reviyaye hatiye dayîn, piştre jî bavê wî hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin. Çûçek got ku ew ê aqûbeta windayên xwe bipirsin û nirxandina "Em parazvanên mafên mirovan, windayên xwe dixwazin, dixwazin berpirsyar bên cezakirin, edaletê dixwazin. Ji bo ku ev pêk bên jî aştiyê dixwazin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxastin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xizmên windayan û nûnertiya ÎHD'ê li Kolana Hunerê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê xwe de hate xwestin ku kiryarên Fettah Es, Yakup Babat û Alî Kaval ên di demên dawî de li Geverê hatin qetilkirin bên cezakirin. Nûnerê ÎHD'ê Muhyettîn Onal diyar kir ku di serî de li Geverê û gelek bajarên Kurdistanê pevçûn pêk tên û berpirsiyarê mirinan Serokomar Erdogan e û wiha got: "Ji bo desthilatdariya xwe winda neke serî li şer da û şer da destpêkirin. Lê em parêzvanên mafên mirovan destûrê nadin vî şerî."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.