ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Yeşîl: Rasthatin nîne, polîtîkaya dewletê ye
Hunermendê NÇM'ê Talat Yeşîl diyar kir ku destwerdana polîsan a li stranbêjên Kurd ên li kolanan, bûyereke rasthatî nîne; polîtîkaya dewletê ye. -
Hijmara Çile ya Serxwebûnê derket
Serxwebûn a ku bi manşêta ''Gelê ku rabûyî ser xwe wê berxwedan û serfiraziyê biafirîne'', di hijmara 481'an de rastiya qedro ya li nav PKK'ê, geşedanên siyasî yên dawî, têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a li Ewropayê dide pêş. -
Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
Akademiya Ma Musîcê, di çarçoveya şahiyên Rojên Ma Muzîkê de Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, bi klamên bi meyan bi bîr anî. -
Xwedî li çanda Deqê derdikeve
Fatma Temel ku hewl dide çanda deqê ya bi hezaran salan biparêze, wiha dibêje, "Ez dixwazim çanda deqê dewam bikim û bigihînim nifşên nû." -
Erkmen: Çîrok giyanê civakê ne
Çîrokbêj Ayhan Erkmen got dibin sedeme ku bîr û bîreweriya civakî zindî bimîne. -
Ji hunermendên Şengalê strana 'Xweserî'
Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê li ser xwerêveberiya Şengalê stran û klîbek bi navê "Xweserî" amade kir. Strana 'Xweseri'ya Şengalê ji niha ve li nava civakê deng veda. -
Hevdîtinek xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Fîlîstînê: Fîlmê Kerwan
Mihye Eldîn Erselan fîlmê Kerwan weke hevdîtinek xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Filistînê de bi nav kir. -
Fîlmê ku hat astengkirin li ser înternetê dikarin temaşe bikin
Fîlmê 'Ji bo Azadiyê' ku di Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Silêmanî de hat astengkirin, niha dikarin bi rêya întenetê yekser temaşe bikin. -
'Ji bo me xelata herî mezin ew e ku gel li fîlmê me temaşe bike'
Li ser astengiyên Festîvala 5’an a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî Çêkerê Fîlma ‘Dirîreşkan’ Serhat Hulaku anî ziman ku astengî wê bandorê li wan neke, ji bo wan xelate herî mezin, ew e ku gel li fîlma wan temaşe bike. -
Heyfa Hesen: Wêjevanên Kurd qehremanên şoreşê zindî dikin.
Nivîskar Heyfa Hesen: Jixwe lehengên ku di romana min de derbas bûne, hemî kesayetên rasteqînî ne, ji ber vê yekê min belgekirina berxwedaniya wan wekî erkekî giranbuha li ser milê xwe ve dît. -
Tîma fîlmê ‘Dema Dirîreşka’: Em xelatê qebûl nakin
Tîma Fîlmê 'Dema Dirîreşkan' xelata festîvala fîlman a Silêmaniyeyê red kir. -
Li Parîsê ‘Gûl bê strî nabe‘ derket li ser dikê
Koma Teatra Arîn bi lîstika “Gûl bê strî nabe“ derket li ser dikê. -
Ji Hunergeha Welat klîba 'Awazên Windayî'
Hunergeha Welat bi strana 'Awazên Windayî' rengîniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegot. -
Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê astengkirina fîlmê 'Ji bo azadiyê' şermezar kir
Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê, astengkirina nîşandana fîlmê 'Ji bo azadiyê' li Festîvala Fîlman a Navnteweyî ya Silêmaniyeyê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar zerarê dide çand û doza azadiyê ya Kurdan. -
Li Helebçeyê pîrozbahiya Şeva Yelda
Şeva Yelda lu şeva herî dirêj a salê ye, li Helebçeyê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
'Qedexe dibe sedem ku em bêhtir xurt bibin' -NÛ BÛ
Hunermendên Kurd ku her sal bi hin hincetan lîstik û konserên wan têne qedexekirin, doz li wan tê vekirin… Sala 2021’an jî li gel qedexeyan hilberandina xwe domandin. Ji NÇM'ê Îsmaîl Dogan got qedexeyan ew ji hilberandinê qut nekirine. -
Li Silêmaniyeyê astengî li pêşiya nîşandana fîlmê 'Ji bo azadiyê' hate danîn
Komuna Fîlm a Rojava ragihand ku fîlmê 'Ji bo azadiyê' hatiye astengkirin ku dihate payin di 5'emîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyeyê de bê weşandin û bang li rêveberiya festîvalê kir ku daxuyaniyekê bide. -
Roja 2’an a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya 5’mîn
Di roja 2’emîn a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya 5’mîn de fîlmên bi nav û bang ên ‘Ji bo azadiyê’ û ‘Dema tûreşkan’ di demên cuda de hatin nîşandan. -
Divê destana Dewrêşê Evdî ji materyalên perwerdehiyê neyê derxistin
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê 12’ê Kanûnê ragihand ku destdana Derwêşê Evdî ji materyalên perwerdehiyê yên sala were rakirin. Nerazîbûna li hemberî vê biryarê didome. -
Li Silêmaniyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 5’emîn destpê kir
Li bajarê Silêmaniyê bi tevlêbûna bi hezaran welatî, bi sedan mêvanên ji her çar beşên Kurdistanê û bi dehan lîstikvan û derhênerên fîlm ên navxweyî û derveyî welat Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 5’emîn destpê kir. -
Li dijî asîmîlasyonê divê ji bo Kurdî karekî mezin bê kirin
Nivîskarê Kurd Nezîr Ocek got, li dijî asîmîlasyonê divê ziman û wêjeya Kurd hîn bêhtir bê xurtkirin. -
Jin bi xwebûnê astengiyan radikin
Koma Kolektîfa Hunerî ya Jinên Xwebûn di çarçoveya projeya xwebûnê de bi berhemên xwe yên hunerî astengiyan radikin. -
Derhêner Altay: Divê em xwedî li Kurdî derkevin
Derhêner Veysî Altay bal kişand ser zext û êrişên li dijî ziman, çand û hunera Kurd û got, "Beriya her tiştî divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin." -
Li Barcelonayê 6'emîn Festîvala Sînemaya Kurdî dewam dike
Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, 6'emîn Festîvala Sînemaya Kurdî ku pêr dest pê kir, bi coş dewam dike. -
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê meclîsa xwe ya nû hilbijart
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê di konferansa xwe ya 7’emîn de meclîsa xwe ya nû hilbijart. Di meclîsê de 61 kes cih digirin.