ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir
Komîteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir. -
Li ser medya dîjîtal kampanya xwedîderketina li Kirmanckî dest pê dike
Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi hastaga "#ZoneMuwaXoQeseyke" kampanya dest pê dike. Ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Şaredariya Osloyê daxwaza Tirkan a li dijî pêşangeha li ser Rojava qebûl nekir
Dewleta Tirk dixwest li Osloyê pêşangeha bi navê ‘Rojava: Şoreşa Jinan’ a hunermenda Kurd Gelawêj Welidxanî rake. Meclîsa Şaredariyê ev daxwaz bi dengekî zêde red kir. -
Hozan Seyîdxan ji bo Qendîlê strand
Hozan Seyîdxan ji bo Qendîlê strand û got,''Ji bo ku ala azadiyê tim li ba bibe divê em weke çavê xwe li Qendîlê binerin.'' -
Endamên Nav-Berlînê bi dirûşma ‘Êdî dema azadiyê ye’ stranek çêkirin
Li bajarê Berlînê hunermendên ku ji çar parçeyên Kurdistanê sirgûn bûyîn, di salvegera komploya navneteweyî de bi dirûşma “Êdî dema azadiyê ye” strana “Partiya Karkerên Kurdistan” strandin. -
Aba: Kurdî paşeroja me ye
Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurd Vahît Aba li ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya li qada cemaweriyê axivî û got, "Paşeroja me bi dewamiya zimanê Kurd ve girêdayî ye." -
Dengbêj û stranbêja siberojê: Herêm Nêrgiz
Herêm Nêrgiz ji malbatek muzîkhez e û hîna di temenê biçûk de eleqeya wê ya ji bo dengbêjiyê destpê dike. Îro kilaman dibêje, distêre û perwerdehiya dengbêjî û tembûrê dibîne. -
Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG derket
Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG dest bi weşanê kir. -
'Klamên Kurdî berê min da Kurdistanê'
Lucio Visinoni ku xwe hînî stranên Kurdî kiriye û li kolanan distirê, dibêje "Ez gelekî ji stranên Kurdî û dengbêjan hez dikim. Dema ku guh didim dengbêjan, wan di dilê xwe de hîs dikim." -
Eyaz Zaxoyî li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn
Yek ji hunermendê Kurd ê nemir Eyaz Yûsiv Zaxoyî li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn. -
KNK: Em ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê gelekî xemgîn in
Komîsyona Çand, Huner û Perwerdehiyê ya KNK’ê diyar kir Cemalê Mihê yek ji dengbêjê xurt ê herêma Botanê û Kurdistanê bû û sersaxî ji gelê Kurd re xwest. -
Dengbêj Cemalê Mihê rehmet kir
Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, ji ber şewba koronayê rehmet kir. -
Berhema hunermend Welidxanî li Osloyê tê pêşandan
Hunermenda Kurd Gelawêj Welidxanî bi navê ‘Rojava: Şoreşa Rojava’ li Osloyê pêşangeheke wêneyan dabû destpêkirin. Hikumeta Tirk xwestibû sansurê bike lê ji ber ku bi ser neketibû. Wezareta Karê derve daxuyaniyek weşand û gef li Norwecê xwar. -
Hunermendên Kurd li Berlîn û Essenê çalakî kirin
Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de komek ji hunermendên Kurd li bajarên Berlîn û Essenê ya Elmanya çalakî li dar xistin. -
Hunermendan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakî da destpêkirin-NÛ BÛ
Kolektîfên Hunermendên Kurd ên li Ewropayê dijîn di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku li hemû welatên Ewropayê belav bûye, dest bi çalakiyê kirin. Hunermendan starta çalakiyê li bajarê Zurîh a Swîsreyê da destpêkirin. -
Mîley û Ventûrînî sansûra li ser ‘Ocalan’ a Elmanya şermezar kir
Nivîskarên pirtûka wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Dr. Thomas Jeffrey Mîley û Dr. Federîco Ventûrînî bang li Elmanya kir ku ‘dev ji sansûra li ser Ocalan berdin’. -
Ji Koma Çîçek Botan klîba ''Cenga Jinê''
Têkilî berxwedana ''Cenga Heftanînê'' ya li Heftanînê klîbeke nû ya bi navê ''Cenga Jinê'' hate weşandin. -
'Min xwest bi vê destanê lehengiya keça Kurd bidim pêş'
Rastiya şer û berxwedanê di nava Kurdan de bi awayê çîrok, destan, helbest û dengbêjî hatiye nîşandan. Bêguman ev yek bi destanên evînî û hezkirinê hatine honandin. Destana 'Keska Geliyan û Qenco' mînakek ya vê rengdanê ye. -
Li Kerkûkê pêşengeheke hunerî ya kolanî hate lidarxistin
Li bajarê Kerkûkê pêşengeheke hunerî ya kolanî hat birêvebirin. Pêşengeh bi rêya çêkirina wêne û neqşan ve bi taybetî bi hevrejiyana li bajêr hat nîşandan. -
Pirtûka ‘Yadîgarên Kurdistanê’ ya Komara Kurdistanê
Nivîskar û Rojnamevan Kakşar Oremar di pirtûka bi navê ‘Bîranînên Kurdistanê’ de bi berfirehî balê dikişîne ser dîroka Komara Mihabadê ya bi pêşengtiya Qasî Muhemed destpêkir û bi belgeyan dîrokê radixe ber çavan. -
11. Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, îsal 11'emîn Festîvala Fîlmên Kurd tê lidarxistin. -
Zrîng bi manşêta ''Kurtçe anliyorum hema konuşamiyorum'', derket
Hijmara nû ya xêzeromana qerfî Zrîng bi manşêta,''Kurtçe anliyorum hema konuşamiyorum'' derket. -
Li ser înternetê ferhenga zimanê Fînî-Kurdî
Piştî xebatên 5 salan ferhenga zimanê Fînî-Kurdî (kurmancî) ji aliyê Alî Bayrakli û hevkariya Huseîn Mûhammed ve li ser înternetê hate amadekirin. -
Li Amedê dîroka hezar salî wê di bin avê de bimîne
Bi Bendava Ilisûyê dewleta Tirk a ku Heskîfa 12 hezar salî di bin avê de hiştî, qirkirina çand û dîrokê li bakurê Kurdistanê didomîne. -
Serfiraziya Kobanê ya Dastanî bû pirtûk
Berxwedana dastanî ya hêzên YPG-YPJ'ê li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, bi navê ''Rojaneya Berxwedana Kobanê'', bû pirtûk. Pirtûka ku yek ji fermandarê berxwedanê Sefkan Kobanê nivîsî ronî dike bê serfirazî çawa çêbûye.