Şanoya 'Ez zû bi zû namirim' li Cemxaneya Londonê hate nîşandan

Di çarçoveya 11'emîn Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê de ku bi dirûşma 'Aştî û edaletê' tê lidarxistin, li Cemxaneya li Londonê vê carê lîstikeke şano hate nîşandan.

Di çarçoveya 11'emîn Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê, lîstika 'Ben Kolay Olmem - Ez zû bi zû namirim' hate nîşandan ku lîstik ji aliyê hiqûqnasê Kurd Alî Has ve hatiye nivîsandin û tê de du helbestvanên mezin Ahmed Arîf û Cemal Sureya digihîne hev.

Hevseroka Cemxaneyê Fîlîz Koç û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di nav de gelek kesî li şanoyê temaşe kir. Di lîstika şanoyê de Goktay Tosûn bi karakterê Cemal Sureya û Cuneyt Yalaz jî bi karakterê Ahmed Arîf rabû. Lîstika ku Nesîmî Kaygûsûz derhênerî jê re kir, muzîkên wê jî ji aliyê Vedat Yildirim ê ji Kardeş Turkuler û Cansûn Kuçukturk a ji Koma Bajar ve hatin amadekirin.

Di lîstikê de qala jiyana du helbestvanan û pêvajoyên bi xwîn ên dîroka nêz a Tirkiyeyê hate kirin. Bi taybetî bûyerên kuştina 33 Kurdan di sala 1943'an de ji aliyê leşkerên Tirk ve, Komkujiya Dersimê hatin vegotin.