Kelecana Mihrîcana Govendê ya 33’emîn

Merasîma 'Mihrîcanê' ya ku ji ber şewba vîrûsa koronayê 2 sal hat rawestandin, di navbera 4-5'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê tê lidarxistin. Çalakî ji aliyê Govend Eûropa ve tê organîzekirin.

Amadekariyên 33’yemîn Mîhrîcana Govendê ku dîlanên gelêrî yên Kurdistanê lê tên pêşkêşkirin ber bi dawîbûnê ve diçin. Li Mihrîcanê ku îsal 15 tîm ji gelek herêmên Fransa, Swîsre, Hollanda û Elmanyayê beşdar dibin, wê 3 komên zarokan derkevin ser dikê.

Komîteya Amadekar ku derbarê 33’emîn Mîhrîcana Govendê ku ji aliyê Govend Eûropa ve tê lidarxistin de agahî dan. Komîteyê bi bîr xist ku peyva govend bi serê xwe reqs, mûzîk, rîtm û hunera sehneyê ye û got: “Bi hezaran ciwan bi van xebatan bi salan li gorî vê esasê û bi taybetî jî bêyî ku rastiya wan xera bibe, bi çanda xwe hatin cem hev.”

Komîteyê destnîşan kir ku komên govendê bi salan e li dijî hemû zêdegavî û bêqîmetkirinên ku modernîteya kapîtalîst pêş xistî û ferz dike têdikoşin û tekez kir ku bi saya vê mîrateya herî bi qîmet hatiye berhevkirin û ev du sal in bi giranî li ser ji nû ve avakirina wê lêhûrbûnek daye çêkirin.

4’Ê HEZÎRANÊ LI DÛÎSBÛRGÊ

Komîteyê da zanîn ku di pêvajoya belavbûna şewba koronayê de di nava xebatên çand û hunerî de herî zêde qada govendê bandor kir û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em vê rewşa valatiyê derbas bikin û komên ku nû hatine avakirin bînin cem hev û di heman demê de vejînek di hemû qadan de biafirînin em îsal Mîhrîcana Govendê li dar dixin. Ji gelek herêmên Fransa, Swîsre, Hollanda û Elmanyayê bi navgînî 15 tîm tevlê mihrîcanê dibin. Îsal wê sê komên zarokan jî cuda derkevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin.”

Meşa kevneşopî wê 4'ê Hezîranê saet 12:00'an de li ber Dûîsbûrg Hbf dest pê bike û kom jî heman rojê bi xebatên xwe yên provayê wê amadekariyên xwe temam bikin.

Di 5'ê Hezîranê de wê ligel axaftinên destpêkirinê û peyaman konserên muzîkê bên lidarxistin.

Di bernameya muzîkê de Serhado, Tîtalê Feyzo, Rêber Serhat, Koma Xezex û Koma Medî cih digirin. Piştî nîvro jî komên govendê dê performansa xwe nîşan bidin.

JI ÎNKARA MÊTINGERIYÊ RE JÎ BERSIVEK E

Bi taybetî di meha dawî de me dît ku li dijî gelê Kurd û hêzên parastina gelê Kurd hewldanên qirkirinê hatin destpêkirin. Ji aliyekî ve dema şer bê prensîb kûrtir dikin, li aliyê din jî hewldanên qedexekirina ziman û çanda Kurdî êdî derketine holê. Em dizanin ku; van hêzên serdest her tiştê ku dikare jiyanê biguherîne, wê xweş bike û zindîtir bike sûc dihesibîne. Ji ber vê yekê ew vê qirkirinê li ser çanda me ya herî kûr pêk tîne. Çand û hunera me dike sûc û hunermendên ku vê pêk tînin jî dikin sûcdar. Mihrîcana me jî bersiva vê înkarê ye. Em tu carî dest ji çand û hunera xwe bernadin. Em li benda hemû hunerhez û hemû dost û kesên li dijî qirkirinê ne.”