Bêrû li Kîelê hate nîşandan

Lîstika 'Bêrû' ya Teatra Jiyana Nû li bajarê Kîelê hate nîşandan.

'Bêrû' ku lîstikeke ji şanoya bi Kurdî ye, li bajarê Kîelê yê Elmanyayê hate nîşandan.

Lîstik ji aliyê şanogerên Teatra Jiyana Nû ve hate pêşkêşkirin û gelekî bal kişand.

Lîstika 'Bêrû' ku ji berhema Darîo Fo hatiye amadekirin, bi zimanekî heneko qala siyaseta salên 1970'î ya li Îtalyayê dike.